Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê li Ser Helebê Didome


Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê îro Înîyê dest bi êrîşeke nû li dijî bajarê Helebê kirin. Bizavkar didine zanîn, hêzên hikûmetê bi hêzeke xurt êrîş dikin ku cîhên bin kontrola serhildayan bistînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Londonê ye, ragihand ku êrîşên nû yên bi topan destpê kirine û pevçûnên navbera hêzên hikûmetê û yên serhildayan jî her didomin.

Rojnamevanên hindûrê bajêr dibêjin, hêzên Beşar Esed do Pêncşemê karîbûn kontrola hîn deverên destê serhildayan bêxin bin kontrola xwe, piştî ku serhildayan ber bi bakur ve vekêşabûn.

Tê ragihandin, serhilda soza domandina şerê dijî Esed didin, tevî ku ew dibêjin çek û cebilxaneyên wan kêm mane.

Qumandarê serhildayan Malik El Kurdî ji Pişka Farsî ya Dengê Amerîka re got ku ew demûdest pêdivîya alîkarîya navnetewî ne.

Bi alîyekî din ve, Brîtanya îro Înîyê dîyar dike ku wê nêzîkî 8 mîlyon dolar alavên ragihandinê û lazimtîyên nojdarî dane serhildayan.

Wezîrê Derve yê Britanî William Hague, di nivîsareke rojnameya Times de got, divê pewyendî bi wan kesên re were kirin ku reng e di paşerojê de, Sûrîyê birêve bibin.

William Hague lêzêde kir ku diravên hatine şandin dê jibo çêkan nêye bikar anîn.
XS
SM
MD
LG