Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), do Pêncşemê ragihand ku firokên cengê, li gundê el-Jîna ku başûrê rojavaya Atarîb ya Heleb e, li mizgeftekê xistine ku 42 kes hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
SOHR'ê ji zarê jêderên herêmî da zanîn ku dema firokan bombe berdane ser mizgeftê, bawermend li ser nimêja êşayê bûne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dîyar kir ku gundê el-Jîna li herêma navendî ya serhildayan e ku piranî koçber li wir dimînin.
Leşkerîyên Rûsya û Sûrîyê li herêma Îdlib û Helebê gelek caran êrîşên esmanî li dar xistin. Çend mehên dawî, Amerîka jî êrîş birin ser komên cîhadî.
SOHR: Di Êrîşên Esmanî yên li Mizgefteke Helebê Ketin de 42 Kes Hatin Kuştin
