Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Serhildayên Sûrî Piştî Vekişînê jî Êrîşî Helebê Dikin


Wêranîya li Helebê
Wêranîya li Helebê

Ajansa Reuters ji zarê televîzyona dewleta Sûrî ragihand ku rojeke piştî ku serhilda Helebê vekişîn, wan bi hawanan êrîşî ser bajêr kir û 3 kes kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku 10 hawan li taxa Hamdaniya ya li başûrê rojavayê Helebê ketin.

Serhildayên ku dixwazin Serokê Sûrî Beşar Esad ji desthilatê gêr kin, pir caran taxên Helebê yên dervayê kontrola xwe dan ber hawanan, loma jî wêranbûna wan taxan ji yên rojhilat gelek xirabtir bû.

Hêjayî bîrxtistinê ye ku di bin çavdêrîya rêkeftineke navnetewî de serhilda do Pêncşemê ji Helebê derketibûn û Xaça Sor ragihandibû ku 35,000 kes ku piranîya wan sîvîl bûn, ji bajêr hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG