Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd di Salvegera Qirkirina Helebcê de Qurbanîyan bi Bîr Tînin


16'ê Adarê her sal wek Roja Bîranîna Qirkirina Helebce tê derbaz kirin. Di wê rojê de Saddam Huseyîn fermana êrîşên kîmyayî li ser bajarê Helebcê dabû.

Di wê êrîşê de nêzîkî 5,000 jin, mêr û zarok hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî bi giranî birîndar bûbûn.

Pismamê Saddam Huseyîn, Elî Hesen El Mecîd wê êrîşê bi rêve birîbû û loma jî wek bi navê ‘Elî Kîmyawî’ navdar bûbû.

Jibo bîranîna qurbanîyên Qirkirin Helebce, Kurd merasîmên taybet li seranser cîhanê li dar dixin û li Herêma Kurdistana Îraqê jî hemwelatî bo pênc deqîqeyan bêdeng radiwestin.

Êrîşa Helebce, beşek ji operasyonên 'Enfal’ ya Saddam Huseyîn ya bo kuştina bi hezaran Kurdan û bêwarkirina wan bû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku dadgeheke Îraqî Elî Hesen Mecîd jiber rolê wî di komkujîya Helebce de bi “tawanên li dijî mirovahî” mehkum kiribû û ew di sala 2010'an de hatibû darve kirin.

Piştî 30 Salan Birînên Helebce Hîn Sax Nebûne
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG