Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkoptereke Leşkerî ya Sûrî li Nêzîkî Paytaxt Şamê Kete Xwarê


Televîzyona dewleta Sûrî dibêje helîkoptereke leşkerî li nêzîkî paytaxt Şamê ket xwarê. Raporta televîzyonê ragihand ku helîkopter îro Pêncşemê li taxa Duma ya paytêxt ket, lê wê ti hurgilîyên ser bûyerê neda.

Bizavkarên opozîsyonê dibêjin, wan li helîkoptera hikûmetê xistîye û ew anîye xwarê. Şervanên dijî Serok Beşar Esed îdîa dikin ku wan berê jî çend helîkopterên leşkerî anîne xwarê ku ya herî dawî li meha borî bû.

Nûçegîhana Dengê Amerîkayê Elizabeth Arrott ragihand ku hêzên hikûmetê bi topên giran êrîşî paytaxt Şamê dikin.

Hevdem, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon dibêje, hem hikûmeta Sûrî hem jî serhilda bi biryar in ku krîza heyî bi rêkên leşkerî çareser bikin.

Birêz Ban roja Çarşemê ji rojnamegêran re got, rêbazên leşkerî ne bersîva kêşeya heyî ye û divê, ev krîz bi rêkên dîyalogê were çareser kirin.
XS
SM
MD
LG