Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bedlîsê Helîkoptera Leşkerî Ket: 9 Leşker Mirin û 4 jî Birîndar Bûn


Wezîrê Berevanîyê Tirkîyê Hulusi Akar li herêma Hekarî (Arşîv)

Helîkopterek leşkerî ya Tirkîyê li bajarokê Tetwana Bedlîsê ket xwarê û di encamê de 9 leşker canên xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.

Li gor daxuyanîya Wezareta Beravanî ya Tirkîyê helîkoptera ku ji Çewlîkê (Bîngol) ber bi bajarokê Tetwanê ve diçû, di demjimêra 14.24’an de hinda bû.

Wezaretê da zanîn ku di encama rûdana helîkopterê de 9 leşkerên wan mirine û 4 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Di daxuyanîyê de herwiha di hat gotin ku zêde tîmên rizgar kirinê û leşker ji cîhê bûyerê hatine şandin ku birîndaran rizgar bike.

Ajansa Nûçeyan ya Îhlasê (IHA) da zanîn ku di nava leşkerên ku canê xwe ji dest dayî fermandarê payabilind Osman Erbaş jî heye.

Serokomarîya Tirkîyê li ser twitterê bo malbatên leşkeran û hêzên leşkerîya Tirkîyê sersaxî xast.

“Ji destpêka rûdana helîkopterê heya niha em xebatên rizgarkirinê bi nêzve dişopînin. Serokomar Recep Tayîp Erdoğan bo malbatên şehîdan û hêzên leşkerîya Tirkîyê sersaxî dixwaze.”

Herwiha piştî rûdana helîkopterê, hejmarake serokên partîyên sîyasî jî peyamên sersaxîyê belav kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:14 0:00

XS
SM
MD
LG