Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Kurdên Sûriyê Û Daxuyaniya Lavrov Derbarê Diyaloga bi Şamê re


Şiyar Alî û Jadaan Alî

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Îna borî dema ku bi hevpîşeyê xwe yê Behreynî re li Moskow di preskonferansekê de axifî, bal kişand ser Kurdan û hewcedariya diyaloga bi hikûmeta Şamê re.

Lavrov got, divê Kurd bêalî û serweriya xwe biparêzin û bi hikûmeta Dîmeşqê re bikevin nava diyalog û çareseriyê.

Rojekê piştî daxûyaniya Lavrova Rêveberiya Xweser helwesta Lavrov bi daxuyaniyekê bersiva û got, em bi kêfxweşî pêşwaziya pêşniyara Lavrov dikin, bi mercê ku hikûmeta Şamê taybetmendiya herêma Rêveberiya Xweser û qurabniyên ku li baklurê rojhilatê Sûriyê hatine dan nas bike.

Bo danûstandina derbarê vê mijarê û helwesta Kurdan jibo banga Rûsya ya diyalogê û îmkanên lihevhatina aliyan li ser destpêkirina diyaloga bi rejîma Beşar Asad re û cidiyeta Rûsya ya derbarê danûstandinan, Hello Washington mêvandariya Şiyar Alî Nûnerê Rêveberiya Xweser li welatên Skandenaviya kir ku li Stockholm dimîne, û Jadaan Alî Çavdêrê Siyasî û kesayetiya nêzîkî ENKS’ê ku li Hewlêr dimîne kir.

Birêz Şiyar Alî got, herdem hemî Kurdên li Sûriyê amadene ku diyalogê bidin destpêkirin û aramî vegere hemî Sûriyê, lê wî got, "heta niha tiştekî weha cidî li ser masê nîne, lê deriyê me vekirîye, pêşniyarên weha em pêşwazî dikîn û bi cidî li ser disekinîn."

Şiyar got "Em hêvîdarin diyalogeke weha cidî destpê bike." Derbarê geşbîniya di ware diyalogê de bi rejîma Şamê re, Şiyar got, "rejîma Asad dixwaze dîsan saziyên xwe yên emniyetê vegerîne,dîsan taadayîyê li vî gelî bik û bi zihniyeta berê vî welatî birêve bibe."

Jadaan Alî helwesta Rûsya ya derbarê çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê nirxand û got, "li gurî 10 salên derbazbûyî, Rûsya tenê dixwaze desthilata Beşar Asad vegerîne ser xaka Sûriyê tevayî."

Derbarê daxuyanî û helwesta PYD û Rêveberiya Xweser li hember pêşniyara Lavrov ya diyaloga bi rejîma Asad re, Jadaan got, "reaksiyona Rêveberiyê tiştekî başe, ji aliyê siyasî û dîplomasî de tiştekî başe."

Jadaan herwiha got "Rûsya ji 2015an dema leşkerê xwe anî di Sûriyê de, hat jibo parastina rejîma Beşar û kursiya wî, ew nehat jibo aramiyê peyda bike û millet biparêze."

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:39 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG