Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Girêbestên Petrola Herêma Kurdistanê


Dilşad Şaaban û Deştî Qadir
Dilşad Şaaban û Deştî Qadir

Roja Çarşemê 30 meha Tebaxê, hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û şerîketa Dana Gas derbarê pirsgirêkên girbestên petrolê gihan encamekê.

Li gor pêkhatina di navbera herdû aliyan de, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê yek mîlyar dolaran yekser bide Dana Gas û hevparê wê ku, şerîketa Hîlal ya petrolê ye, di grûba Pearl de.

Herwiha divê Herêma Kurdistanê rasterast 600 mîlyon dolaran bide Hîlal Neft di grûba Pearl de û 400 Mîlyon dolarên din bide Dana Gas ku ew jî beşeke ji grûba Pearl.

Bernam "Hello Washington" derbarê mijara pêkhatina di navbera Hikûmeta Herêmê û Dana Gas de, mêvandîriya du pisporan kir.

Dilşad Şaaban, endamê parlemana Kurdistanê û cîgirê serokê komîta Neft û Gazan û herwiha Deştî Qadir, pisporê girêbestên petrolê, ev mijar bi wan re hat gotûbêj kirin.

Şaaban derbarê zelaliya girêbestên petrolê, yên ku, hikûmeta herêmê li gel kompaniyên biyanî girê dide got "Di xolên parlamenê de girêbest û yasya petrolê li herêma Kurdistanê bi şêweke zelal û şefaf hatine gotûbêj kirin".

Ji aliyê xwe ve, Qadir jî got ku "Piştî sala 2007ê û derketina yasaya Neft û Gazan li Herêma Kurdistanê, hikûmet neçar ma ji girêbestên xirab berê xwe wergêre û hin girêbestên din îmza bike ku, ew jî kevneşopî ne, ne gelek di pêşkeftî ne, eger bi girêbestên modern bên hevber kirin".

Qadir di wê bawerê de ye ku, pêkhatina liggel Dana Gaz ziyan bi herêma Kurdistanê ketîye, lê Şaaban weha dibîne ku ew pêkhatin di berjewendiya hikûmeta herêmê de ye.

Hello Washington 0109 2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:51 0:00

XS
SM
MD
LG