Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Roja Cîhanî Ya Penaberan


Penaberê Sûrî Baraa Haj Khalaf babê xwe maç dike û diya wê digirî dema gihane firokxana Chicago, Illinois - Amerîka
Penaberê Sûrî Baraa Haj Khalaf babê xwe maç dike û diya wê digirî dema gihane firokxana Chicago, Illinois - Amerîka

Netewên Yekbûyî roja 20 Hezîranê weke roja Cîhanî ya penaberan destnîşan kirîye, demê ku cîhan pêşwaziyê li vê rojê dike, mîlyonan koçber û penaber li seranserî cîhanê belav bûne. Ji parzemîna Afrîqa bigre heta ya Amerîka Latînî, ji welatên Rojhialta Navîn heta Asiya Dûr û Ewrûpa û Amerîka.

Jiber şer û pevçûnên herêmî û şerê li Îraq û Sûriyê, hejmara herî zêde ya koçber û penaberan li vê herêmê ye. Bi taybet piştî êrîşên Tirkiyê yên sala 2019ê bo ser herêmên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyê, niha hejmarek zêde ya xwecihên wê herêmê li Îraq û Sûriyê penaber û koçber in.

Ji bo rewşa penaber û koçberên li Herêma Kurdistana Îraq û li Sûriyê bihê zanîn, kanê di çi rewş dane û kî alîkariya wan dike û heza wan ya di navbera vegera welat û ser cih û warên xwe û daxwaza penabertiyê li welatê siyan bizanîn, Hello Washington mêhvandariya sê berêzan kir.

Suzan Fhamî Çalakvan û Nûnera KA li Îraqê
Suzan Fhamî Çalakvan û Nûnera KA li Îraqê

Berêz Suzan Fehmî, Nûnera rêxistina xêrxwazî, Khalsa ya Navnetewî şaxê Îraqê, berêz Mistefa Remzî çavdêrê siyasî û penaber li kampa Domîz ya li parêzgeha Duhok û berêz Ahmed Akaş şirovekarê siyasî û penaber li Almanya.

Derbarê pirsên guherîn û werçerxanên vê dawiyê li kampên penaber û koçberan li herêma Kurdistana Îraqê û li herêmê bi giştî, xanim Sozan got, di dema salekê de çi ferqiyek weha di rewşa penaberan de çênebûye.

Suzanê bal kişand ser rewşa xerab ya penaberan û çîrokên bi êş yên ku rojane di qewimin, herî dawî bûyera şewata li kampa Şariya ya koçberên Şengalê, ku nêzî 400 xêvetên koçberan di wê bûyera agirpêketinê de şewitîn.

Suzan dîsan got ku mixabin, rêxistinên navnetewî li herêmê kêm bûne û alîkarî jî kêm bûye, lê rêxistina wan Khalsa ya xêrxwazî alîkariyan berdewam dide aware û penaberên kampan.

Mistefa Remî- Penaber û Şirovekar
Mistefa Remî- Penaber û Şirovekar

Berêz Mistefa Remzî ji aliyê xwe ve got, ku mirov bixwaze nexwaze dema ku însan ji ciyê xwe koçber bû, wî çaxî derdeserî û şiyayên mirovî yên aborî kêm dibin û hewcedarî alîkariyan dibe.

Mistefa got ku du xalên sereke hene bandoreke neyênî li ser penaberan kirîye li herêmê, y yekê pandemiya vîrusa korona û ya duyan jî nemana rêxistinên navnetewî li herêmê.

Ahmed Hesen Akaş Şirovekarê Siyasî-Almanya
Ahmed Hesen Akaş Şirovekarê Siyasî-Almanya

Berêz Ahmed Akaş, behsa rewşa penaberên li Almanya kir ku ew hejmara zêde ya penaberên Sûrî xwe gihandî Almanya.

Akaş got, ku di van salên dawî de Almanya hin yasayên xwe guherandin û bi hezaran penaberên Sûrî yên ku gomana destê wan di şerê Sûriyê de heye li benda vegerandinê ne. Akaş got ku penaberên danemir û îxtiyar in, heza wan ya vegera welat heye, lê yên zarok û xurtin, ew jiber ku dixwînin û hin jî kar dikin, ew naxwazin vegerin welatê xwe.

Hello Washington
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:04 0:00

XS
SM
MD
LG