Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington :Êrîşên Tirkiyê Yên Ser Pêşmerge Û YPG'ê Gotûbêj Dike


Џогирање во Вашингтон, на сончево време, со задолжителна оддалеченост од другите.
Џогирање во Вашингтон, на сончево време, со задолжителна оддалеченост од другите.

Di bernama "Hello Washington", xeleka îro de, Dr. Kemal Sîdo, şêwirmendê Komela Gelên li Jêr Gefê ji Elmaniya û parêzer Hesen Biro ji Serêkaniyê beşdarên bernama Hello Washington bûn, mijara bernamê "Êrîşên Tirkiyê yên serê sibeya roja Sêşema borî ku bi 26 firokên cengê yên F16 êrîş birin ser Şengalê li bakurê Îraqê û Qerçox li Rojava bakurê Sûriyê, di van êrîşan de hejamerk Pêşmerge û şervanên YPG'ê giyanê xwe jidest dan.

Derbarê van êrîşan Dr. Kemal Sîdo got "Tirkiyê bi wan êrîşan yasaya navnetewî binpê dike û divê ji her alî ve Tirkiye bihê mehkûmkirin". Sîdo herweha da zanîn ku heta niha Elmaniya derbarê êrîşên Tirkiyê bêdenge jiber ku, berjewendiyên wan li gel Tirkiyê gelekin, Tirkiye jî dixwaze Elmanûya û Ewrupa derbarê pirsa koçber û penaberan bêxe jêr zext û fişarê".

Herweha parêzer Hesen Biro ji Serêkaniyê tevlî bernamê bû, birêz Biro da zanîn ku, "bi van êrîşan Erdogan dixwaze ji gelê Tirk re û ji hêzên opozisyonê re bêje ku ez bihêzim û pirsa Kurdan û perçebûna Tirkiyê ti carî qebûl nekem".

Temamîya bernama Hello Washington û nerînên mêhvana guhdarî bikin.

Hello Washington 28.04.2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:15 0:00

XS
SM
MD
LG