Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Roja Cîhanî ya Jinan û Daxwaz û Pirsgirêkên Jina Kurd


Şirîn Amêdî û Dr. Wîdad Akrey
Şirîn Amêdî û Dr. Wîdad Akrey

Roja Cîhanî ya Jinan zêdetirî 100 salane tê pîroz kirin, vê dawiyê civaka Kurd jî hersal 8î Adarê bîranîna Cîhanî ya jinan bi çalakiyên pirengî pîroz dikin.

Civaka Kurd jî weke piraniya civakên Rojhilatanavîn weke civaka Babsalarî ango civka bi serdestiya mêran tê naskirin û mafê jinê tê bipêkirin, lê di salên dawiyê de, jina Kurd bi şêweke berfireh di desthilata siyasî, parlamen û heta di warê leşkerî de rolek baş dîtiye, lê dîsan jî jinan gilî û gazin hene derbarê xerabîya rewşa wan.

Dema ku 8î Adarê dihat pîroz kirin bi dehan jinên Êzidî ji destên rêxistina tûndrê ya bi navê Dewleta Îslamê DAIŞê tên rizgarkirin, bi taybet yên ku li bingeha herî dawiyê ya DAIŞê li Baxoz ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ve tên rizgar kirin.

Jinên Êzidî yên di çalakiyê de beşdar bûbûn, bi pankartan daxwaza alîkarîya qurbaniyên destê DAIŞê kirin û bang li civaka navnetewî kir ku jin û zarokên Êzidî yên hêzjî di nav destên DAIŞê de ne bihên rizgar kirin yên hinda çarenivîsa wan bihê zanîn.

Daxwaz û diyartirîn pirsgirêkên jina Kurd di bernama Hello Washington de bi mêhvanên bernamê re hatin gotûbêj kirin.

Mêhvanên bernamê, xanima hêja Dr. Wîdad Akreyî, Rêvebera rêxistina Berevankariya Navnetewî li Nerwêc û xanima hêja Şirîn Aêmdî, Balyoza Aştiyê li Herêma Kurdistana Îraqê.

Hello Washington 08 03 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:15 0:00

XS
SM
MD
LG