Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Û Newekhevîya Alîkariyên Leşkerî Û Siyasî Bo HSD'ê


Siyasetvan Abdulla Gedo û Rojnamevan Şirovekar Ronî Alasor
Siyasetvan Abdulla Gedo û Rojnamevan Şirovekar Ronî Alasor

Di vê hefteyê de, berpirsên Pentagonê dan eşkere kirin ku wan karwanek din yê alîkarîyên leşkerî û lojîstîkî hinartine herêma Rojhilatê Firatê.

Amerîka bi şêweke zelal piştevaniya leşkerî dide Hêzên Sûriya Demokrat HSDê, dehan caran karwanên alîkarîyan hinartine herêma Rojhilatê Firatê ya li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokrat û Îdara Zatî de ye. Lê heta niha ne Amerîka û ne jî welatên rojavayî yên weke Brîtanya, Fransa û Almanya li gur pêwîstîyê piştevanîya siyasî ya Rêveberîya herêmê nekirîye, û hema bêje heroj Trikiye gefên êrîşkirina ser herêmê dixwe.

Şanderê taybet yê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir O. Pedersen di vê hefteyê got jibo sazkirina Komîta taybet ya danîna destûrek nû bo Sûriyê pêngavên baş hatine avêtin.

Lê heta niha danûstendin li ser beşdarîya nûnerên Îdara Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîtên avakirina desûrek nû de bû Sûriyê negihaye ti encaman.

Di heman demê de niha şandeke Rêveberîya Xweser , bo encamdana danûstendinan bi berpirsên Amerîkî re li Washingtonê ye.

Şand bi serokatîya Îlham Ahmed Seroka Desteya Birêveber ya Meclisa Sûrîya Demokratîk MSDê û Elîzabêth Gewriyê, Cîgira Hevserokatîya Hevbeş ya Xweserîya Demokartîk ya Rojhilat û Bakurê Sûriyê.

Şand li bendêye derbarê destûra nû ya bingehîn bo Sûriyê û ewlekarîya sinoran danûstendian li gel berpirsên Amerîkî encam bidin.

Ev mijar bi mêhvanên bernama Hello Washington re hat gotûbêj kirin. Mêhvanên bernamê berêz Abdulla Gedo, Endamê Desteya Siyasî ya Koalîsyona Sûrî ji Tirkiyê û berêz Ronî Alasor Rojnamevan û Şirovekar li Yekêtiya Ewrupa û bingeha NATO yê li bajarê Bruksel.

Hello Washington 20 09 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:35:30 0:00


XS
SM
MD
LG