Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cûdahîya Xwepîşandanên Niha li Îraqê ji yên Berê Çi Ne?


Cemal Koçer, endamê parlemena Îraqê ji Yekgirtu
Cemal Koçer, endamê parlemena Îraqê ji Yekgirtu

Roja Sêşemê 1î Oktoberê li bajarê Bexda li meydana Azadî (Sahet al Tehrîr) xelkê nerazî yê Îraqê dest bi meşên protestoyî û xwepêşandan kirbû û siloganên li dij hikûmeta Îraq û li dijî gendelî û hebûna Îranê li Îraqê avêtbûn .

Rojekê piştî xwepêşandanên Bexda li piraniya bajarên başûrê Îraqê jî dest bi xwepêşandan hat kirin, heta roja îro Înê 4î Oktoberê xwepêşandan di berdeewam bûn.

Di xwepêşandanan de tundî û wêrankarî û xun riştin peyda bûn, heta amadekirina vê raportê zêdetirî 40 kes hatine kuştin û ji 1000 kesan zêdetir birîndar bûne, di nav de hêzên ewlekarîyê jî hene.

Alozîyên ji encama xwepêşandanan peyabûne, bûne sedema ku hikûmeta Îraqê biryara qedexekirina nerketinê bide. Herwiha şeva bûrî Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmahdîneçar ma ku peyvekê arasteyî xelkê nerazî û gelê Îraqê bike, Mahdî di Peyva xwe de bang li xwepêşanderan kir ku meşên xwe rawestînin û ewê biryarekê di hikûmetê de bidin ku xelkê kêm deramet pereyekî mehane bo wan malbatan terxan bikin û şerê gendeliyê bihêz bikin.

Nîşana zelal ya di xwepêşandanên Îraqê yên niha de, cûdahî ewe ku bo cara yekê ye li piraniya parêzgehên Şîia mezheb siloganên li dij Îranê bihên hildan, herwiha yekem care jî siloganên rûxandina hikûmetê bilind dikin.

Jibo danûstendinên derbarê vê mijarê û van meşên proterstoyî "Hello Washington"mêvandarîya Jemal Koçer endamê palemena Îraqê ji fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Pêşî Koçr got ku çend xalên sereke hene ku bûne sedema derketina van xwepêşandanan.

"Xalên weke serdestîya milîtanên Heşda Şaabî ku hejmara rastîn ya Heşdê 36 hezar kesin, lê 102 hezar kes hatine tomar kirin û mehaneyên wan hene, xortên Îraqê ji vê yekê dibînin û ji gendelîya heyî mandî bûne û nerazîne. Herwiha xortan bawerî bi guherînên li Îraqê û partî û siyasiyên desthilatê nemaye."

Koçer herwiha dibêje, sedema derketina xwepêşandanan destxistina nav karên navxwe yên Îraqê ji aliyê derekî ve xalek dinê ye.

Koçer dibêje, li Îraqê 102 cûreyên milîtanên çekdar hene, jiber wê yekê parlemen dê nikaribe gelek tiştan bike, çûnkî parlemen di dest çend partiyan de ye.

Derabrê bandora protestoyên Îraqê li ser Herêma Kurdistanê Cemal Koçer dibêje, helbet ji aliyê torîzmê ve dê bandor hebe û rşniştvanên bajêrên xwepêşandan lê hene nikarin bêne Herêma Kurdsitanê jiber nebûna pere û aloziyên li parêzgehên wan çêbûne.

Hello Washington 04 10 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:04 0:00


XS
SM
MD
LG