Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Serdana Mesrûr Barzanî Bo Tirkiyê Û Derencam


Serok Hikûmetê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî, roja Pêncşemê 28'ê mijdarê serdana Tirkiyê kir, li Enqerê hevdîtin li gel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu encam da, herwiha li Qesra Çankayê li gel serokomar R. T. Erdogan civîya.

Barzanî pêgirîya xwe ya hevkarîya berdewam ya navbera her du alîyan ragihand û got ku, ew taybetî di warê aborî de dixwazin têkilîyên xwe baştir bikin û serdan weke pirsek giring û stratejî bi nav kir.

parlamenter Îmam Taşçier
parlamenter Îmam Taşçier


Barzanî, wek bersîva pirseke ser îdiaya hebûna şervanên PKK'ê li Şengalê jî got, ku ew herêm di bin kontrola hikûmeta navendî ye, lê ew dijberya hebûna PKKê li Şengalê û Herêma Kurdistanê dikin û bi hebûna wan nerihetin.

Serdana Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê çima di vê demê de pêkhat, dema ku alozî li herêmê dom dikin, bi taybet rewşa ji encama êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên Kurdan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, herwiha xwepêşandanên li Îraqê ku di rewşek metirsîdar de derbaz dibin.

Rênas Cano endamê berê yê Parlamena Îraqê
Rênas Cano endamê berê yê Parlamena Îraqê


Hefetya bûrî cîgirê serokê Amerîka Mike Pence serdana leşkerên Amerîkî kirbû li rojavayê Îraqê û hatbû Hewlêr li gel berpirsên herêma Kurdistanê civîya bû, dîsan şanda herêma Kurdistana Îraqê li Bexda bû derbarê petrol û pirsgirêkên heyî danûstendin pêk anîbûn. Van hemû guherînan çi têkilî bi serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkîyê re heye? Ev mijar di bernama "Hello Washigton" de, bi mêhvanên bernamê re hat gotûbêj kirin.

Mêhvanên bernamê berêz Îmam Taşçier, parlamanterê HDPê yê Amedê û berêz Rênas Cano endamê berê yê parlamena Îraqê şiroveyên xwe yên derbarê mijarê de anîn ziman.

please wait

No media source currently available

0:00 0:25:44 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG