Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rewşa Penaberên Bakur û Rojhilata Sûrîyê


Penaberên Kurd ji Sûrîyê li Kampa Berdereş
Penaberên Kurd ji Sûrîyê li Kampa Berdereş

Piştî ku êrîşên Tirkiyê bo ser herêmên bakur û rojhilata Sûriyê pêkhatin, sed hezaran kes ji war û malên xwe koçber û derbederbûn, ji sedema alozbûna rewşa li herêmê, sazî û rêxistinên navnetewî û yên alîkarî û piştevaniya xelkê herêmê dikirin derketin û nema karê xwe berdewam bikin.

Piştî ku alîkariyên ji derve û ji aliyê rêxistinên navnetewî qutbûn, Heyva Sora Kurdî li bakur û rojhilata Sûriyê kete nava tevgerê û alîkariyên lezgîn pêşkeş kirin û li hewara koçberan hat.

Herwiha ji Herêma Kurdistana Îraqê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarîyên hemreng gihandin wê herêmê.

Bernama "Hello Washington" bo pêzanînên derbarê rewşa niha ya koçber û derbederên Kurdên Sûrî bihê zanîn, mêvandarîya Musa Ahmed Serokê Dezgeha Barzanî yê Xêrxwazî û Kemal Dirbas Endamê Heyva Sor ya Kurdî li bakur û rojhilata Sûriyê kir.

Ahmed da zanîn ku heta niha zêdetirî 18,000 penaberên Sûrî ji sedema êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê û grûbên çekdar yên girêdayî wê xwe gihandine Herêma Kurdistana Îraqê û piraniya wan li kampa Berdereş hatin bicîh kirin.

Ahmed herwiha dibêje, dezgeha wan heta niha 85 kamyonên alîkarîyan ji derman, pêdiviyên rojane û xwarinê gihandine nav axa Sûriyê bo derbeder û koçberan li Hesekê û bajarên din yên Cizîrê.

Dirbas behsa rewşa xerab ya koçberan kir û da zanîn ku zêdetirî 3,000 kes yên ji Serêkaniyê û Girêspî li kampa Waşokanî hatine bicî kirin û pirsgirêka herî mezin niha ewe ku saziyên navnetewî bi temamî li herêmê nemane û saziya navnetewî ya girêdayî Netewên Yekbûyî UNHCR heta niha tiştek bo koçberên nû pêşkeş nekirîye.

Hello Washington: Rewşa Penaberên Bakur û Rojhilata Sûrîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:16 0:00

XS
SM
MD
LG