Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rewşa Îdlibê û Bandora Wê ya Ser Rojihata Firatê


Îdlib, 29.01 2020

Çavkaniyên herêmî û navnetewî ji Îdlibê dan znaîn ku di Sê rojên dawiyê de zêdetirî 200 êrîşên esmanî yên artêşa rejîma Sûriyê û yên Rûsya bo ser bajaro û gundewarên Îdlbê pêk hatine.

Netewên Yekbûyî û Civata Ewlekarîya Navnetewî bang li Rûsya û rejîma Sûrî dikin da ku êrîşan rawestînin, lê leşkerê Beşar Esad pêş dikeve û piraniya bajarokên li herêmê weke Maarat Al Nuiman hatin kontrol kirin.

Roja Pêncşemê nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey dîyar kir, ku 700,000 kesên ji Îdlibê derketine ber bi sînorê Tirkîyê ve diçin û got ku ‘’Ew rewş dikare kêşeyeke navneteweyî çêke’’.

Hin ji xelkê herêmê yên direvin tên herêmên rojhilata Firat û herêma li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dane.

Daxuyaniyên serokê Rûsya Vladimir Putin û serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di van rojên dawiyê de li ser aloziyên li Idlibê nîşana duberiyê ne di nava herdu aliyênku îmza xwe avêtine peymanên Astana, her aliyek yê din bi nepêgiriya peymana Astana tawanbar dike.

Rewşa li Îdlibê dê çend bandora xwe hebe li ser rewşa herêmên rojhilatê Firat û yên li jêr kontrola HSD'ê da, bi taybet piştî raporta Civata Ewlekarî û axiftinên nûner James Jeffry yên li ser geşedan û çalakbûna DAIŞ'ê li Îraq û Sûriyê hatin weşandin.

Têkliyên Putin û Erdogan li jêr sinahiya rewşa heyî dê siberojek çawan hebe, bi taybet piştî doh James Jeffry gotbû, Amerîka gelek caran ji Erdogan re gotîye "bawerîya xwe nede Putin ew kes ne yê bawerî ye".

Bo danûstendinên li ser vê mijarê û van pirsgirêkan, bernama "Hello Washington" mêhvandarîya berêz Kadar Pîrê Reveberê saziya Kurdî ya Bêsinor li Fransa û berêz Dr. Abdullah Kiran Şirovekar û mamostayê Zanîngehê li Stenbol.

Dr.Abdullah Kiran Mamostayê Zaningehê
Dr.Abdullah Kiran Mamostayê Zaningehê


Dr. Abdullah Kiran li ser hatina penaberên Îdlibê bo herêmên Kurdan û daxuyaniya Mazlum Kobanî fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat yên li ser pêşwazîkirina penaberên Îdlibê yên ji şer direvin got ku ew stratejîyek gelek çewt e.

"Siyasetek gelek şaş e. Dikare desthilata Kurdan li Rojava bîne ber hilweşînê, jiber ku xwarin û pêdiviyên wan yên jiyanê pêwîst in û divê perwere hebe, ku bi şêweke mirovahî bijîn. Wek em dizanin wê desthilatê niha ew îmkan tune ku bi mîlyonan penaberan xwedî bikin".

Kiran herwiha da zanîn ku divê desthilata Rojava bixwaze nexwaze bi berpirsên Herêma Kurdistana Îraqê re jî biaxive.

"Ew jî şaşiyeke berpirsên herêma Kurdistanê dikin dema ku penaberên Kurdên Rojava li cem xwe dihewînin û cîh didin wan, ev xerab e ku axa Kurdan tê vala kirin.

Kadar Pirê Rêveberê Saziya Kurdî ya Bêsinor
Kadar Pirê Rêveberê Saziya Kurdî ya Bêsinor

Ji aliyê xwe da, şirovekar û Rêveberê Saziya Kurd ya Bêsinor, Kadar Pîrê jî got ku çekdarên Îdlibê dibêjin malbatên xwe herin herêmên Kurdan ewê we biparêzin, lê emê şerê xwe berdewam bikin.

"Dema ku Mazlum Kobanî wiha got wî dixwest ku ew yek wek karta siyasî li dij Erdogan bikar bîne."


XS
SM
MD
LG