Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Afghanistanê Dibêje Talîbanê 33 Serbaz û Polîs Kuştine


Berpirsekî Afghanistanê yê parêzgeha Helmand îro Duşemê got di encama êrîşeke Talîbanê de 26 serbaz û jimarek polîs hatin kuştin.

Wezareta berevaniya Afghanistanê red kir jimara kuştinyan ragihîne.

Li aliyekî din Neteweyên Yekgirtî got êrîşên esmanî yên NATO li parêzgeha Kunduz a bakurê welêt di dawiya heftê de 13 sivîl kuştin, di nav de 10 zarok bûn.

NATO ti axaftin di derbarê vê êrîşa esmanî de nekir û ne diyar bû ku ew girêdayî şerê roja Înê ye, ku di encamê de du serbazên Amerîkî hatibûn kuştin.

Li gor serokê civata Helmand Attahullah Afghan, êrîşa dijî bingeha leşkerî roja Înê li navçeya Sangîn pêkhat.

Wî ji ajansa Associated Press re got herî kêm 31 serbaz jî birîndar bûn.

Talîbanê berpirsiyariya êrîşê ragihand lê hikûmet bêdeng ma.

Peyvdarê leşkerên Afghanistanê Nawab Şan tenê ragihand ku firokên hikûmetê alîkariya hêzên dorpêçkirî kir û hêz şandin Helmand.

Êrîşeke din a Talîbanê roja Şemiyê li Helmand merasîmeke giştî kiribû armanc û di encamê de herî kêm 4 kes kuştin, di nav de jî berpirsekî parêzgehê.

XS
SM
MD
LG