Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyonên Leşkerî de 40 Kes li Afganistanê Hatine Kuştin


Karbidestên Afganî ji VOA re ragihand ku di encama êrîşeke esmanî de bi kêmî ve 40 beşdarvanên dawatekê şeva Yekşemê li istana Helmand ya Afganistanê hatine kuştin ku 13 ji wan jin û zarok in.

Endama encûmena xwecîhî Hacî Abdulmecîd Axund got ku rûniştvanên devera Musa Qala ji berê de karbidestan agahdar kiribûn ku dawata wan wê çêbe.

Karbidestên saxlemîyê li Helmand dîyar kir ku 13 kes ji cîhê bûyere hatine veguhastin û nexweşxaneyeke li paytexta herêmê Leşkergeh hatine rakirin.

Rêvebirê giştî yê saxlamî li Helmand Abdul Ahad Hazem da zanîn ku rewişa hin birîndaran giran e.

Omar Zawak berdevikê walîyê Helmand çêbûn êrîşa esmanî piştrast kir ku, lê wî derheqa kuştî û birîndaran de ti agahî nedan.

Zawak got ku piştî êrîşa esmanî operasyoneke bejeyî jî pêk hat û hêzên wan 13 mîlîtanên Talîbanê kştin.

XS
SM
MD
LG