Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF: Berpirsekê Hemasê Hat Kuştin û Depoyên Çekan yên Hizbullahê Hatin Dîtin

Hejmarek Çekdarên Hemasê
Hejmarek Çekdarên Hemasê

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihandin ku Yehya Se'îd Mihamed Hemade, ku wekî fermandarê şaneyek Nuxbe ya Hemasê tê nasîn, di operasyonekê de hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya IDF ku di platforma X'ê de weşandiye, Hemade di 7ê Cotmehê de beşdarî êrîşa li ser bingeha leşkerî ya Re'im bû.

IDF dibêje, di mehên dawî de wî (Hemade) hewl da ku êrîşên li dijî hêzên Îsraîlî pêş bixe û şiyana operasyonî ya Hemasê ji nû ve ava bike.

Di daxuyaniyek din de, IDF ragihand ku li herêma Ewlehiyê ya başûrê Libnanê, çend depoyên çekan yên ku tên gomankirin ku yên Hizbullah bûn hatin dîtin. Li gorî daxuyaniyê, di wan çekan de bingehên avêtina roketan, mitralyoz, alavên teqemenî, mûşek û çekên din hebûn.

IDF got ku leşkerên wan ev depoye û hemû çekên ku tê de hatibûn dîtin hilweşandin.

Li gorî daxuyaniya IDF, ev çek ji bo bikaranîna li dijî leşkerên Îsraîlî û sivîlên Îsraîlî hatibûn amadekirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG