Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF: Du Fermandarên Hemasê Hatin Kuştin

Hejmarek endamên Hemasê, Xeze
Hejmarek endamên Hemasê, Xeze

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Sêşemê ragihand ku hêzên wan du fermandarên Hemasê li Kerta Xezeyê kuştine.

IDF di daxuyanîyekê de got: "Fermandarê Şaneya Terorîst a Hemasê ku di revandina Nirit Cooper, Amiram Cooper û Alexander Dancygz de ji (Kibbutz Nir Oz) tawanbar e û di êrîşa Hemasê ya 7'ê Cotmehê de beşdar bibû, hat jinavbirin."

Li gorî daxuyanîyê, wî kesî di dema şer de di amadekirina planên êrîşên li dijî hêzên IDF û sivîlên Îsraîlê de rol hebû.

Di daxuyanîyeke din de, IDF û ajansa Îstixbaratê Shin Bet ragihand ku di dawîya hefteyê de Edhem Îbrahîm Şe’iban Nesman, serokê beşê operasyonan yê Lîwaya Hemasê li Xezeyê hat kuştin.

Li gorî IDF, Nesman berê fermandarê Tabûra Nuxbe bû û di 7'ê Cotmehê de ji Kerta Xezeyê êrîş ber bi axa Îsraîlê ve birêve biribû.

Daxuyanî dibêje ku Nesman di dema operasyona Hemasê ya ser axa Îsraîlê de di girtina gelek dîlan de jî rol hebû, di nav wan de Romi Gonen, Emily Damari, Ziv û Gali Berman, Eitan Mor, Matan Engrest û Omri Miran.

IDF herwiha dibêje ku Nesman di rêxistina Hemasê de gelek erkên din jî girtine, wek efserê îstixbaratê yê Lîwaya Xezeyê û fermandarê Tabûra Şat'i. Li gorî daxuyanîyê, ew berpirsyarê gelek planên êrîşên li dijî hêzên IDF û Îsraîlê bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG