Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ: Divê Malezya Rojnamevanê Kurd Hembervan Kose Azad Bike


Hembervan Kose
Hembervan Kose

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku rojamevanê Kurd Hembervan Kose, ji alîyê karbidestên Malezyayî ve di 7ê Berfanbarê de li firîngeha Kuala Lumpur hatiye desteser kirin.

CPJ ji zarê karbidestên Malezyayî radigihîne ku desteserkirina Kose ji alîyê hikûmeta Sûrî ve, jiber xebatên wî yên rojnamevanî hatiye xwestin.

CPJ ji Malezya dixwaze ku sedema desteserkirina Kose eşkere bike û di demeke kin de wî azad bike.

Rojnemevan Ciwan Soz dibêje ku ev şeş roj in ku ew ti agahî ji Kose wernagirin û ew jî cîhê tirsê ye.

“Hembervan rojnamevanekî serketî ye û di malperên navdar de li ser rojava û mijarên girêdayî Kurdan dinivîse. Divê ew demûdest were berdan,” Soz dibêje.

RR_12_12_2019_Hembervan_Kose
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:17 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG