Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulbasit Hemo: Serhildana 12’ê Adarê Rojeke Dîrokî Bû


Roja 12’ê Adarê, 8-emîn salvegera serhildana Kurdan e li Sûrîyê ku li bajarê Qamişlo destpê kir û bi tundî ji layê rejîma Sûrî ve hate serkut kirin.

Li gorî raportan, di serhildana 2004’ê de bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes jî bûne mişext.

Abdulbasit Hemo ji Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîyê dibêje ku serhildana 12'ê Adarê rojeke dîrokî bû di xebata sîyasî ya Kurdan de li Kurdistana Sûrî.

Birêz Hemo herwiha dibêje ku “gerek Kurd xwe amade bikin jibo pêşerojê, heta hêza çekdarî jî amade bikin, çûnkî pêşeroja Sûrî pêşerojeke gelek giran e.”

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna bi birêz Hemo re, fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG