Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Girêdayî Tirkîyê li Serêkanîyê Xanîyên Kurdan Wêran Kirin


Piştî êrîşa koma Hemzat gundê Hîsan, 23 Adar,2022
Piştî êrîşa koma Hemzat gundê Hîsan, 23 Adar,2022

Li gundê Eyn el-Hîsan, 9 kîlometreyan li başûrê bajarê Serêkanîyê, çekdarên koma Firqet El-Hemzat ya girêdayî Tirkîyê xanîyên hin welatîyên Kurd wêran kirine.

Ofîsa Şopandin û Belgekirinê ya Komîteya Koçberên Serêkanîyê ragihand ku di 21'ê Adarê roja Newrozê de çekdarên koma Hemzat herî kêm xanîyên 9 welatîyan li gundê Eyn el-Hîsan bi tevahî wêran kirine û gelek dar birîne.

Ofîsê da zanîn ku her 9 welatî yên ku xanîyên wan hatine wêran kirin, ji yek malbatê ne û navê wan wiha ne:

Ednan Mihemed Kur, Ezîz Mihemed Kur, Mehmûd Mihemed Kur, Elî Mihemed Kur, Ehmed Mihemed Kur, Ezîz Mistefa Kur, Elî Mistefa Kur, Mazlûm Elî Kur û Dogan Elî Kur.

Mazlûm Elî Kur ji Dengê Amerîka re got ku hejmara xanîyên wêrankirî 12 ye.

Mazlûm Kur herwiha got ku tevahîya malbatan Kurd in û mal û milkên endamên malbata wî bi giştî hatine wêran kirin.

2-Piştî êrîşa koma Hemzat gundê Hîsan, 23 Adar,2022
2-Piştî êrîşa koma Hemzat gundê Hîsan, 23 Adar,2022

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan ya Bakurê Sûrîyê, plana artêşa Tirkîyê û komên çekdar heye ku gundê Eyn el-Hîsan bi giştî wêran bike û li şûna wî bingiheke leşkerî ava bike.

Hejayî bîrxistinê ye ku artêşa Tirk û komên çekdar yên opîzyona Sûrî, ji 9'ê Cotmeha 2019'an vir ve, bajarê Serêkanîyê û Girêsipî kontrol dikin. Li wê herêmê piranî çekdaran koma Firqet El-Hemzat hene ku Tirkmen in.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ev kom wek hemû komên çekdar yên din li heremê, fermanên xwe ji artêşa Tirk digire.

Hun dikarin li ser lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.

Çekdarên Girêdayê Tirkîyê li Gundekî Serê Kanîyê Malên Kurdan Wêran Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00
XS
SM
MD
LG