Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Karxaneyeke Fîşekên Esmanî ya Tirkêyê Jimareke Peqîn Çêdibin


Di jimareke peqînan ya karxaneya fîşekên esmanî de 10 kes li bajarê Sakarya ya bakurê rojavayê Tirkîyê birîndar bûn.

Reutersê ji zarê medya Tirkî ragihand ku di dema peqînê de dora 150-200 kes li hindurê karxaneya li bajarokê Hendek ya Sakarya hebûne.

Qaymaqamê Hendekê Çetîn Oktay Kaldirim got ku heta niha sedema peqînê naye zanîn.

“Nêzî 150-200 kes li hindirê karxanê ne, lê jiber domkirina peqînan em nikarin têkevin nav avahîyê. Heta niha 10 kes jî ji nexweşxanê re hatine veguhastin,” Kaldirim got.

Medya dewleta Tirk ragihand ku gelek ambulans û maşîneyên agirkuj li dora karxanê xuya dibin û wezîrên navxweyî, saxlemî û wezîrê kar jî hatine cîhê bûyer.

XS
SM
MD
LG