Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Îranê Xortekî Kurd ê 15 Salî Kuştin û Bavê Wî Birîndar Kir

Xortekî Kurd ê 15 salî yê bi navê Sam Hesenî
Xortekî Kurd ê 15 salî yê bi navê Sam Hesenî

Rêxistina Mafên Mirov Hengaw îro Înê ragihand ku leşkerên Îranê gule berdane xortekî Kurd ê 15 salî û bavê wî.

Di wê êrîşê de xortê bi navê Sam Hesenî hat kuştin û bavê wî Îhsan Hesenî jî birîndar bû.

Li gorî daxuyanîya Hengawê, gule li serê Sam Hesenî ket û wî li ciyê bûyerê canê xwe ji dest da. Bavê wî Îhsan Hesenî jî ji ranê xwe bi giranî birîndar bû.

Bûyer li gundê darkî yê girêdayî bajarokê Sewlawa çêbûye. Leşkerên sînorî yên li wê derê, bêyî agahdarkirinê gule berdane otombîla malbatê.

Rêxistina Hengawê dibêje ku êrîşên leşkerên Îranê yên li ser sînor zêde bûne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG