Polîsên Pakistanê dibêjin êrişberekê xwekuj li bazareka Pêşawer xwe peqand û bi kêmî ve 23 kes hatin kuştin.
Karbidest dibêjin armanca hêrişberî polîs bûn yên ku nûbedariya xwenîşandaneka dijî kêm kirina elektrîkê dikir.
Ew rêveçûn ji aliyê Partîya Cammatê Îslamî hatibû rêkxistin.
Çend demjimêran berî vê hêrişê, bombeyek li derveyî xwendingeha giştî ya polîsan li Pêşawar peqî û di encamê de yek kes hate kuştin û 10 kesên din birîndar bûn.