Karbidestên polîsê Pakistanê dibêjin bi sedema hêrişeka xwekujî bi kêmî ve 17 kes hatin kuştin, ku jimareka wan zarok in.
Hêrişberekê xwekuj, bingehekê polîsî li bakûra rojavaua Pakistanê kir armanc.
Di wê hêrişê de, ku li herêma Xeyber Paktûnxwa hat kirin, her wiha bi kêmî ve 34 kes birîndar bûn.
Karbidest dibêjin, neh efserên polîsî di navbera kuştiyan de ne.