Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hesekê di Peqînek de 3 kuştî û 7 Birîndar Hene


Teqîna li Hesekê 3 Kuştî û 7 birîndar hemû jî zarokin, wênê yek ji zarokên birîndar
Teqîna li Hesekê 3 Kuştî û 7 birîndar hemû jî zarokin, wênê yek ji zarokên birîndar

Roja Çarşemê derdora Seat 11:00 sibehê de, li bajarê Hesekê di encama teqîna mayînekê de 3 zarok hatin kuştin û 7 zarokên din jî birîndar bûn.

Mayîn li devera Rojavayî Başûrê Hesekê teqîya, li devereke qiraxê bajêr ku cihê komkirina zibla bajêr e.

Heyva Sor a Kurd, qurbanîyên teqînê veguhestin nexweşxaneyên bajêr. Li nexweşxaneya Gel a Hesekê du term û 3 zarokên birîndar gihaştin wir. Her wisa termê zarokekî û 4 zarokên birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneya El-Hikmeh, û rewşa wan birîndaran jî xerab e.

Dr. Alan Mihemed, endamê Heyva Sor a Kurd ji Dengê Amerîka re agahîya teqînê tekez kir û dibêje ku termê 2 zarokan û 3 zarokên din yên ku bi giranî birîndar bûn gihane nexweşxaneyê.

Rewşa birîndaran li nexweşxaneya Gel wekû ku hat ragihandin zarokek lingê wî hat jêkirin, ya din jî derbeya wê di serî de ye.

Berpirsê Ambûlensan a nexweşxaneya Gel rewşa zarokên birîndar ji Dengê Amerîka re anî ziman.

Zarokên qurbanîya teqînê temenê wan di navbera 6 û 13 salî de ne, û sedema ku ew zarok li wir bûn nehat piştraskirin.

Li alîyekî din nehat naskirin ku, ew mayîn li wir hatîye çandin an ew yek ji bermahîyên şer inn ku li bajêr li ser dirêjahîya 5 salan ew dever cihê şerekî berdewam bû di navbera rêjîm û DAIŞ'ê, YPG û AIŞ'ê de, her wiha YPG û rêjîma Sûrî de.

Hêjyayî bibrîxistinê ye ku, berdewam mayînên ji bermayên DAIŞê li herêmên ku jê hate derxistin tên teqanidin, û piranîya qurbanîyan zarok in.

Raporta Zana Omer_ Teqîn li Hesekê 02.05.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00

XS
SM
MD
LG