Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çinar Salih Sedema Êrîşên Ser Bajarê Hesekê Dinirxîne


Di demên dawî de bajarê Hesekê bûye qada şer û pevçûnan û herwiha çend êrîşên bombeyî li wî bajarî qewimîn.

Di peqînên dawî de li hember pîrozbahîyên Newrozê, bi dehan kes hatin kutşin, pirtir jî sed kesên din jî birîndar bûn.

Roja Pêncşemê jî êrîşek nû li hember otomobîleke hêza Asayîşê pêk hat û 1 kes jîyana xwe ji dest da, yekî din jî birîndar bû

Di hepeyvêna Dengê Amerîka de, Berdevka Tekîlîyên Derve ya Tevgera Civata Demokratîk (TEVDEM) Çinar Salih li ser rewşa Hesekê agahîyên girîng dide.

Birêz Salih dibêje, DAIŞ vê dawîyê hewil dide ku xeta parastinê ya ser Kantona Cizîrê bişkîne û êrîşên ser bajarên Kurdan bike.

"Heseke bajarekî pir çandî ye, Kurd, Sûryan, Ereb lê dijîn. Hin kes hene dixwazin vê dewlemendî ji holê rakin û şer di navbera gelan de derxin."

Xanim Salih dide zanîn ku tedbîrên Kurdan yên ewlekarîyê xurt in û ew hewil didin ku rê nedin êrêşên wiha yên terorîstî.

"Gelê me bi xurtî dijî terorê ye û bi herawayê parastina xwe dike.Rast e ku hin beşêm pêkhata Ereb derîyê xwe ji DAIŞ re vekirine û wan dihewînin. Lê, emê ti car nehêlin ku DAIŞ aramîya Rojava xira bike."

Çinar_Salih_3_26_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:39 0:00

XS
SM
MD
LG