Îro Sêşemê li bakurê Hesekê di dora seet 11ê sibehê de otomobîleke bombebarkirî hat peqandin.
Peqîna hêzdar ku li taxa Nasra pêk hat, navenda têkiliyan ya YPG armanc girt.
Berdevkê Fermandariya Giştî yê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Mihemd Xelo ragihand ku 3 endamên YPG û 5 sîvîl jiyana xwe ji dest dan.
Di peqînê de bi dehan kes jî birîndar bûn û ew ji Nexweşxaneya Niştîmanî ya Hesekê hatin veguhestin û bang li hemwelatîyan hat kirin ku xun bidin birîndaran.
Rojnamevan Ekrem Salih li ser peqînan dibêje ku ev nîşana têkçûna DAIŞê ye, lê heman demê de hişyarîyek e YPG û Asayîş ku tedbîrên ewlekarîyê bêne xurt kirin.