Breaking News

Hesen Salih: Kurd Dîyalogê Ligel Rejîmê Qebûl Nakin

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî plana Kofi Annan ya aştîyê derbarê Sûrîyê qebûl kir, bi mebesta rawestandina tundûtûjîyê li welatî.

Li gorî plana Kofi Annan, pêwîst e berî her tiştî kuştin were rawestandin, paşê danûstandin di navbera hikûmet û opozisyonê de pêk were, û her wisa derfeta bo korîdorên mirovahîyê li bajarên bin gefê.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, Hesen Salih, Cîgirê Sekretêrê Partîya Yekîtî û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê, dibêje ev gava NY baş e ku renge bibe alîkar bo rawestandina kuştinê.

Lê Birêz Salih her wisa dide zanîn, ne Kurd û ne Ereb jî yekcar dixwazin bi rejîmê re dîyalogê bikin, jiber ku çareserî ew e ku rejîm bar bike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG