Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Malbatên Kurd 9 Sal In li Hestîyên Zarokên Xwe Digerin


Melek Avci

Rûniştina 25’an ya doza gorên komî yên termê 22 endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê de hatine veşartin, li Dadgeha Aştî ya Hiquqê ya Şaxa (Çatak) Wanê pêk hat.

Di vê rûniştinê de jî daxwaza malbatên endamên PKK’ê ku hestîyên zarokên xwe dixwazin encam neda.

Di rûniştinê de bi sedema guhartina dadwerê nû, ti encam derneket û rûniştina nû dê 22’yê meha Îlonê de pêk were.

Parêzer Turan Ece got ku di dozê de çî pêşketin tuneye û êdî hêvîya malbatan ji nemaye.

Qeymeqamî û Dadgeha Bajarokê Şaxê
Qeymeqamî û Dadgeha Bajarokê Şaxê

“Ev doz li hejmarek dadgehan Tirkîyê gerîya û heya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê jî çû. Di vê doza demdirêj de daxwaza malbatan ya sereke tesbîtkirina nasnameya hestîyên zarokên wan bû. Dadgehê ji bo nasnameya van kesan were eşkere kirin, hestîyên gerîllayan jibo Sazîya Tiba Edlî ya Stambolê şand, lê ev yek bi cîh nehat û heta niha nasnameyên wan nehatine ronî kirin.”

Ece dîyar dikê ku dadgeh ji malbatên bo lêçûyînên Sazîya Tiba Edlî pereyan dixwaze.

“Bi taybetî ji sala 2016’an vir ve dadgeh êdî ti tişt nake û niha jî ji malbatan nêzî 600 hezar TL heqê mesrefan dixwaze. Ser vê yekê malbatan jî êdî dest ji tesbît kirina nasnameyan berdane û tenê dixwazin ku, hestîyên zarokên wan bêne berhev kirin û binax kirin.”

Dayîka Endama PKK’ê Nebahat Avci, Melek Avci ya 83 salî jibo şopandina dozê ji bajarokê Qaxizmana Qarsê hatibû dadgehê got ku ew demeke dîrêj e ku dû doza keça xwe ketiye.

“Di nava vê demê de min pir êş kişandin. Tenê daxwaza me hestîyên zarokên me bû. Êdî ez pir pîr bûme û nikarim tim ji Qarsê werîm Wanê. Lê heya mirinê ezê şopdarê doza keça xwe bim.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 1998’an de li herama Bedîgeha bajarokê Şaxa Wanê di navbera hêzên dewleta Tirkîyê û endamên PKK’ê de şer derketi bû û ligor dewletê 22, li gor PKK’ê jî 27 endamên wê canên xwe ji dest dabûn.

Di encama serlêdana malbatên kuştîyan, doz di sala 2011’an de hat vekirin û malbatan daxwaza hestîyên zarokên xwe kiribûn. Di nava neh salan de doz heya Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa jî çû û piştî hejmareke dadgehên curbicur niha li Dadgeha Aştî ya Hiquqê ya Şaxê doz berdevam dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG