Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Serdana Şanda HDP'ê Bo Herêma Kurdistana Îraqê


Şanda HDP li bajarê Hewlêr
Şanda HDP li bajarê Hewlêr

Roja Şemiyê şanda Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi serokatîya Hevserokê Partiyê Sezaî Temellî li Hewlêr paytexta Herêma Kurdîstana Îraqê li gel Partiya Demokrata a Kurdistanê (PDK) kombûnek li dar xist.

Piştî bi serokê PDKê Masûd Barzanî re civîyan, Barzanî di twîteke xwe da weşand û da zanîn ku, wan ligel şanda HDP'ê behsa gelek mijaran kirîye û hêvî xwestin ku aştî û çareserî bo pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê pêk bihê.

Şanda HDP'ê dîsan, roja Yekşemê hevdîtin ligel serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî pêk anî.

Şanda HDP'ê roja Duşemê di çarçoveya serdanên xwe de çû serdana polîtburoya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistan (YNK)ê li bajarê Silêmaniyê. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî bû, herwiha şand li bajarê Silêmaniyê bi Tevgera Goran û Nifşê Nû re jî rûnişt.

M. E. Pênciwînî
M. E. Pênciwînî


Bo danûstendinên li ser vê serdanê bernama "Hest û Helwest" ligel jherdu mêhvanên hêja Mihemed Amîn Pênciwînî, pisporê pirsên Tikiyê û Partîya Karkerên Kurdistan PKK'ê û Rênas Jano endamê berê yê parlemena Îraqê ji lîsta PDK'ê, ew serdan nirxand.

Mihemed Amîn Pênciwînî derbarê armanca serdana şandê got"Armanca sereke ya serdana şanda HDP'ê 3 xalên sereke bûn: Bihêzkirina têkiliyên HDP'ê ligel hemû partî û hêzên Kurdistanî. HDP'ê li Tirkiyê projeya aştiyê heye dixwaze partiyên Kurdistana Îraqê yên têkiliyên wan başin ligel hikûmeta Enqerê wan têkiliyan bikar bînin jibo ku proje biserkeve, û xala din avakirin û bihêzkirina Kongireya Netewî ya Kurdistan û çareserkirina hemû pirsgirêk û alozyan di nava xwe de."

‌‌

Rênas Jano, endamê berê yê Parlemena Îraqê (PDK)
Rênas Jano, endamê berê yê Parlemena Îraqê (PDK)


Herwiha Rênas Jano got "HDP navûnîşana rastîn ya çareserîya pirsa kurde li Tirkiyê…Îmarî û Qendîl jî dikarin alîkar bin".

Jano herwiha da zanîn ku "nabe Kurd niha vegerin rûpelên kevin, ya giring ewe niha çareserîya hemû pirsgirêk û aloziyan di nava xwe de bi rêkên aştiyane çareser bikin û Kurd li her ciyê hebin li gor rewşa xwe û ya wê herêmê tev bigerin".

Hest û Helwest 10 09 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:31 0:00


XS
SM
MD
LG