Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Nirxandina Kongreya Çaran ya YNK


Piştî koça dawî ya Mam Celal sekreterê giştî yê Yekêtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) û Serokomarê berê yê Îraqê rewşa navxwe ya rêxistin û serkirdeyên YNK'ê rastî alozî û pirsgirêkên rêxistinî û parşebûnê hatin.

Heta ku Dr. Berhem Salih Cîgirê duyê yê sekirterê giştî yê YNK'ê sala 2017an biryara cûdabûnê da û tevgereke nû bi navê Hevpeymaniya Niştîmanî bo Dadweriyê ava kir û hejmarek kadir û endamên YNK'ê bi xwe re birin, lê piştî salekê car din vegeriya nav rêzên YNK'ê û weke Serokomarê Îraqê hat destnîşan kirin.

Berî 9 salan YNK'ê kongreya xwe ya Siyan encamdabû, piştî 9 salan û piştî dûberî û aloziyan şaxên di nava YNKê de biryara encamdana kongreya 4an da.

Kongreya 4.an piştî encamdana konferansên Komîte û Melbendan biryar hate dan ku roja Şemiyê kongre bi şêweke fermî bihê destpêkirin û heta îroj Sêşemê jî dom dikir.

Peyvdarê Kongreyê Mela Yasîn Raûf doh da diyar kirin ku, kongre bi şêweke baş birêve diçe û kesên nû û hêza xortan di kongreyê de cih girtine û şêwazek nû yê rêxistinî hatiye darêtin û peyrew kirin.

Bo danûstendina derbarê vê mijarê bernama "Hest û Helwest" mêhvandarîya berêz Mihemed Emîn Penciwînî Çavdêrê Siyasî ji Silêmaniyê û berêz Abdullah Salih Şirovekarê Siyasî û endamê berê yê Parlemena Îraqê kir.

Mihemed Emîn Pênciwînî Çavdêrê Siyasî
Mihemed Emîn Pênciwînî Çavdêrê Siyasî


Berêz Penciwînî da zanîn ku kongreya Yekêtîya Niştîmanî ya Kurdistan YNKê li gur pêzanînên wan hene û li gurî çavdêrîya wan, kongre bi aramî û baş birve diçe û ewê encamên baş ji kongreya derkevin û têkiliyên wê dê ligel partiyên Kurdî bi taybetî li gel Partî Demokratî Kurdistan PDK'ê baş bibin.

Herwiha berêz Abdullah Salih da zanîn ku ew her ji destpêkê derbarê aloziyên di nava YNK'ê de bi goman nebûn û ewê kongre bikare wan hemû alozî û pirsgirêkan çareser bike.

Abdullah Salih Şirovekar û Endsamê Berê Yê Parlemena Îraqê
Abdullah Salih Şirovekar û Endsamê Berê Yê Parlemena Îraqê


Salih herwiha dibîne ku stretejî û hêlên berfireh yên YNK piştî kongreyê dê giringiyê bide sazîbûn û xwe nêzîk kirina bingehên dewletbûnê û girngîyê bi pirsên Îraqî bide.

please wait

No media source currently available

0:00 0:24:55 0:00


XS
SM
MD
LG