Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Astengiyên li Hember Al-Alawî Bo Avakirina Hikûmeta Nû ya Îraqê


Roja 1ê Tişrîna 2019an welatiyên Îraqî jiber gendelî û nebûna xizmetgozariyan dest bi xwepêşandan kirbûn û daxwaza nemana hikûmeta heyî kir.

Piştî çend mehan ji dom kirina xwepêşandan, serok hikûmetê Îraqê Adil Abdulmahî daxwaza dest ji kar kêşanê kir û niha tenê hikûmetek kar rêvebere.

Serokomar Berhem Salih bi şêweke fermî destpêka meha Subatê, Mihemed Al-Alawî raspard bo pêkanîna hikûmtek nû.

Roja Duşema bûrî, parlemena Îraqê di rûniştina xwe da biryar da ku, roja Pêncşemê deng li ser kabîna hikûmeta Alawî bidin.

Çaxê ku demek kêm maye bû bidawî bûna demê yasayî yê ku Alawî bikare hikûmetê ragihîne, duberî di nava pêkhateyên Îraqî da heye.

Aliyên Kurd û Sinî dibêjin, eger ku kesên hatine destnîşandikirin ji aliyê Alawî ve bo beşdarîya di kabîna hikûmetê da, bi razîbûna wan nebe ew dê hikûmeta Alawî red bikin.

Herweha xwepêşnder û nûnerên xelkê nerazî li Îraqê didin zanîn ku, her ji destpêkê ew hikûmeta Alawî red dikin û wê qebûl nakirn, divê kesek hikûmetê ava bike, yê ku li gor pîvan û daxwazên xwepêşanderan be.

Bo danûstandina li ser zehmetiyên di rêka Alawî de û çawanîya pêkanîna hikûmetê bernama "Hest û Helwest" mêhvandarîya berêz Beşar Kîkî endamê parlemena Îraqê û berêz Herêm Kemal Axa endamê serkirdayetîya YNKê û endamê Parlemena Îraqê û Husên Al Amil, çalakvan û rojnamevan di xwepêşandenanên li Îraqê da ji bajarê Nasriiyê kir.

Bişar Kîkî Endamê Parlemena Îraqê
Bişar Kîkî Endamê Parlemena Îraqê


Berêz Beşar Kîkî got, hemû hêzên Kurdî bo pirsa avakirina hikûmetek nû yekin û hewlesta li hember Mihemed Alawî yek deng û yek rane, Kîkî herweha da zanîn ku her Kurdek ne bi raya Kurdan û Herêma Kurdistnaê be deng bo wê hikûmetê nadin, jiber ku ew derbirînê ji siyaseta herêm Kurdistanê nakin û ew nûneratîya herêma Kurdistanê nakin.

Herêm Kemal Axa, Endamê Parlemena Îraqê
Herêm Kemal Axa, Endamê Parlemena Îraqê


Berêz Herêm Kemal Axa, ji aliyê xwe da zanîn ku, danûstandinên wan li gel Alawî di baş bûn û eger ku kesên teknokorat bihên destnîşan kirin bê raya hêzên siyasî yên Kurdî, di vê qunaxê da, dê di serkeftî nebin, jiber ku niha li Îraqê gelek astengî hene û ewê serkeftî nebin.

Derbarê pirsa helwesta xwepêşanderan li ser Kurdan û Sinyan, çalakvan

Husên Karim Al Aamil Çalakvan-Nasiriya
Husên Karim Al Aamil Çalakvan-Nasiriya


Husên Al Amil ku di nava xwepêşandan da çalake li bajarê Nasiriyê got, destpêkê Kurd û Sine, li gel Alwaî di rêk bûn, lê piştî ku dît Alawî li gor heza wan tev nagere, li dij wî radiwestin, ew jî bo xatirê pile û berjewendî û parve kirnên siyasî li pey berjewendîya xwe ne.

Hest û Helwest 25 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:17 0:00


XS
SM
MD
LG