Jimareke welatên Rojavayî û yên Ereb li Tûnisê dicivin ku rewşa berdewam ya Ii Sûrîyê gotûbêj bikin.
Çaverê ye welatên pişikdar daxwaz ji karbidestên Sûrî bikin ku demûdest tundîyê rawestînin û rê bidine sazîyên navnetewî ku alîkarîya pêdivî di nav çend rojên were de bigehînin deverên hewcedar.
Di bernivîsa pêşnîyarekê de ku li ber e îro Înê ji kombûna “Hevalên Sûrîyê” re were raberî kirin, dîplomat bang li Serokê Sûrî Beşar Esed dikin ku eciqandin û tepesera 11 mehî ya ser serhildana berdewam rawestîne da ku di nav 48 demjimeran de alîkarîya mirovahî were belav kirin.
Rûniştvanên bajarê Humsê dibêjin, kêmahîya av, xwarin û alavên saxlemîyê li wî bajarî heye, piştî bombebarana giran ya ji sê hefteyan vir ve.
Gruba “Hevalên Sûrîyê” dibêje, ew pêgir e ku tole û cezayên wek xedexeya rêwîtîyê, cemidandina mulk û hebûnan û nekirîna nefta Sûrî, li ser Şamê werine danan.
Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn, guhdarîya raporteke taybet ya li ser vê mijarê bikin ku hevkarên me Kawa Kurmanc û Zîba Sîndî amade kirîye.