Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvî Mustefa Behsa Roja Cîhanî ya Ji bo Efrînê Dike 


Hevi mustafa
Hevi mustafa

Di roja cîhanî ya jibo xebata li dijî dagîrkerîya Tirkîyê ji Efrînê re, girseyeke penaberên Efrînê ku li herêma Şehba dimînin sekneke protestoyê li kampa Fafînê li dar xistin.

Di seknê de daxuyanî bi zimanên Kurdî û Inglîzî hatin xwendin, tê de desteserkirina Tirkîyê û komên çekdar ji Efrînê re hate red kirin, û daxwaze bi dawîkirina wê hate kirin.

Beşdarên di seknê de sloganên dijî kiryarên Tirkîyê hildan û bangewazî jibo aliyên navneteweyî kirin ji bo vegera cih û warên xwe li Efrînê.

Hevseroka encumana rêvebir a Herêma Efrînê Hêvî Mustefa ji Dengê Amerîka re axivî.

Hêvî "bêdengîya alîyên Sûrî ji dagîrkerîya Tirkîyê" rexne kir û ji Kurd û dostên wan xwest ku çalakîyên xwe yên aştîyane ji bo Efrînê bidomînin nemaze li herêmên Kurdî li Tirkîyê ku meha bê hilbijartin lê pêk tên.

Hevi mustafa
Hevi mustafa

Dor xebatên sîyasî û diplomasî ku ew weke rêvebirî li Şehba dikin, Hêvî da zanîn ku ew di hewlên xwe de berdewam in ji bo şîrovekirina zêdegavî û kiryarên Tirkîyê li Efrînê.

Hêjayî gotinê ye ku ev roj ango 26ê Gulanê li ser banga hejmarek akademîsyen û kesayet herwiha rêxistinên civaka sivîl weke Roja cîhanî ya dijî dagîrkerîya Tirkîyê ji Efrîn û Kurdistanê re hatibû ragihandin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG