Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvîyên Dîtina Kesên Sax li Erdxişîyana Çînê Kêmtir Dibin


Kargerên hawarçûnê bi hewileke mezin li nêzîkî 1300 kesên nav herîyê digerin, ku piştî avrabûnê û erdxişîyanê li bakura rojava Çînê hîn jî hinda ne.

Roja Duşemê jineke 74 salî, ji avahiyeke gelek zîyan dîtî li devera Zhouqu li parêzgeha Gansu bi saxî hate derexistin. Lê, hêvî kêm bûye jibo peyda kirina kesên sax, 48 demjimêran piştî erdxişîyan û lehiyê ku sê gund ligel xwe birîn û çend deveran jî dapûşîn.

Ew devera bê dar û bar û ya bilind, cî û warê şivan û cotyarên Tîbetînijad e. Serokwezîr Wen Jiabao, ev e du roj e seredana wê deverê dike û rijtî li kargerên hawarçûnê kir ku bê hêvî nebin.

Ajansa peyamên Xinhua ya dewletê got, heta nûke 137 term hatine dîtin.

XS
SM
MD
LG