Serokê Misirê Abdulfettah el-Sîsî, Serokwezîrê Îraqê Mistefa el-Kazimi û şahê Urdonê şah Abdullah roja Yekşemê li Bexda civiyan.
Ev civîna di dema serdana cara yekê ya serokekî dewleta Misirî ya bo Îraqê ji dema Saddam Huseyîn di 1990'de vir ve de, pêk tê.
Ofîsa seroktîya Misrê bi daxuyanîyeke pêkhatina civîna îro, dîyar kir. Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku her sê serokan çend mijarên herêmî di nav wan de geşedana vê dawiyê ya pirsgirêka Filîstînê, hevkarîya dijî terorê û ser aborîyê,nîqaş kirin.
"Serokan destnîşan kirine ku pêwîst e ku di navbera sê welatan de li ser mijarên herî girîng yên herêmî şêwir û hevrêzî were xurt kirin," weke d daxuyanîyê de hat gotin.
Şerê Kendavê yê yekê peywendîyên dîplomatîk yên di navbera Îraqê û Misrê de qut kirbûn, lê bi saya serdanên du alî yên karibidestan yên di van salên dawî de, têkilî baştir bûne.
El-Kazimi, Sîsî û Abdullah sala borî li Emmanê civînek li dar xistibûn û biryar dabûn ku di Nîsanê de li Bexda civînek din, were li dar xistin. Lê, civîn piştî ku li Misrê qezayeke trênê ya kujer qewimî, hate betal kirin.
Serdana Sîsî ya jibo gera sêyan ya danûstandinên di navbera Misir, Urdon û Îraqê de, bi armanca hevkarîya ewlekarî, aborî, bazirganî û weberhênanê, pêk tê.
Misrê bi Îraqê re, di Sibata 2021'an de di pişesazîyên petrol, rê, xanî, avahî û bazirganî de ,15 peyman û lihevkirinên ser têgihiştina hevpar îmza kir.
Ev peymanana, piştî ku hikûmeta Îraqê, di Berfanbarê de, nûkirina peymana xwe ya dabînkirina Kompanîya Giştî ya Petrolê ya Misirê (EGPC) bi 12 mîlyon bermîl li Besra jibo 2021'an erê kir, hatin çêkirin.
Hevdem, Îraq plan dike ku jibo derfirotina 1 mîlyon bermîlên petrola xav ya Iraqê, ji bajarê Basra bişîne bendera Aqaba ya Behra Sor ya Urdunê, xetek borîya petrolê, ava bike.
Îraqê di van salên dawî her du welatan de di warên enerjî, saxlemî û perwerdehîyê de peymanên hevkarîyê îmza kiribûn.
Amerîka daxwaz ji Îraqê dike ku pêwendîyên xwe bi neteweyên Ereb re xurt bike da ku bandora Îranê kêm bike.