Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeymaniya Navnetewî Dibêje DAIŞ Hêjî Gef E


Civînekî Wezîrên Karên Derve yên Hevpeymana Cîhanî ya bo Têkbirina DAIŞ'ê (ArşîV)

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrên Karên Derve yên welatên beşdar di Hevpeymaniya Navnetewî de ya bo Têkbirina DAIŞ'ê îro Sêşemê civinek darxistin. Piştî civînê daxuyanîyekî hevpar hate ragihandin.

Di daxuyanîyê de, tê dîyarkirin ku civîna onlaynî hatiye kirin da ku biryardarîya Hevpeymaniya Cîhanî ya hevpar dubare bikin ku ewê şerê dijî DAIŞ'ê ya li Îraq û Sûrîyê bidomînin, û mercên têkbirina mayînde ya koma terorîst biafirînin, ku armanca yekane ya Hevpeymana Cîhanî ye.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku tevahîya wezîran li ser parastina sivîlan bi giringî rawistiyane û gotbêj kinîne û pêwîstîya bicîhanîna qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan, û her wiha biryarên Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kirine.

Herwiha, wezîran soz dane ku hevkarîya dijî DAIŞ'ê xurtir bikin da ku carekî din DAIŞ sibe roja gelan û welatan tehdît neke.

Wezîran pejirandin ku her çiqas li hin heremên Îraq û Sûrîyê, yên ku kontrol DAIŞê hebû û nuha kntrola wan herêman ji dest daye ku nêzî heşt mîlyon kes li wa herêmana hatine azadkirin, gef niha hîn jî berdewam dike.

Herwiha wezîran jibo qurbanîyên di êrîşên DAİŞ'ê yên di demên dawî de, yên li Îraq û Sûrîyê sersaxîyên xwe anîn ziman û banga çalakîya domdar û hevrêz kirin.

Wezîran jibo têkbirina demdirêj ya DAIŞ'ê girîngiya xebatên aramkirina civakî destnîşan kirin.

Hevdem, wezîran pabendîya xwe ya bêdawî jibo domandina hevkarî û piştgirîkirina Hikûmeta Îraqê dubare kirin.

Hat ragihandin ku li Sûrîyê, Hevpeymanên Koalîsyon di çarçevoya biryara 2254 ya Konseya Ewlekarîyê ya NY de, li rex gelê Sûrî ye ku ji aliyê saziya Navnetewî UN piştgirî dide çareserîyek domdar ya sîyasî radiweste.

XS
SM
MD
LG