Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîna Taybet ligel Kolonêl Myles Caggins


Col. Myles Caggins

Peyvdarê Koalisyona Navnetewî ya li dij DAIŞê Kolonêl Myles Caggins di hevpeyinek taybet ya ligel Dengê Amerîka bal kişan ser rewşa li herêmê û lawaziya DAIŞ'ê plana wê li herêmê û hevkariya hêzên navnetewî ya koalisyona navnetewî ya li herêmê bi hêzên herêmî û yên Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê re.


ZANA: Bîner, guhdar û şopînerên Dengê Amerîka ji bingehê hêzên koalîsyona navdevletî li Bakûrê Surîyê li herêma Rimêlanê dema we xweş be. Wê care di hevpeywînek taybet de bi berdevkê koalîsyona navdevletî de di şerê li dijî DAIŞê de colonel Myles Caggins em dikin. Colonel Myles Caggins, dem baş û spas jibo wê derfetê.

CAGGINS: Êwar baş. It is good to be here with you.

ZANA. Colonel Myles, em ji şerê DAIŞê yê dawî destpê bikin. HSDê di dema dawî da li Deir alZorê opersyonek li dijî şaneyên DAIŞê yên veşartî pêkanîbûn. DAIŞ jinûve xurt dibe gelo çima? Pirsa din jî gelo kesên ku niha çalak inyên endamên DAIŞê, çekdarên DAIŞê, ew kesene Sûrî û Îraqî tenê ne anjî kesên bîyanî jî di nav wan da hene?

CAGGINS: Ev pirsek baş e. Hevpeymanîya cîhanî ji bo têkbirina DAIŞê li Îraq û Sûriyê dimîne da ku bi hêzên ewlehiya Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hevkar be ji bo têkbirina DAIŞê. Nûke, rewşa DAIŞê tiştek e ku ez dixwazim ji bo temaşevan, xwendevan û guhdarên we yên Dengê Amerîka re eşkere bikim. Temaşevanên we pir jîr in û bi van mijaran re eleqedar in lê ez dixwazim diyar bikim ka em li kî derê ne û çi ji DAIŞê dibînin.
Li Sûriye û Îraqê DAIŞ serhildanek şikestî ye. Ez dê şîyanên wan û xetera wan dîyar bikim. Berî her tiştî, ez dixwazim bibîr bixînim ku DAIŞê çi axa fîzîkî nîn e. Di bin destê wan da çi niştecî nemane. Bi rastî mirovên li gelek gund û deeran DAIŞê red dikin. DAIŞ hewl dide ku dravên ku berê kom bike jiber ku ew êdî nikarin dravên petrolê werbigrin. Ew êdî neşên bacê ji karsaziyan û niştecîyan bistînin û civaka navnetewî û dahata wan ya darayî qut kiriye.
Propagandayê, propagandaya DAIŞê êdî wekî ya berê destpêka salên 2014-2015an de baş nîn e. Ew propagandaya ku ew niha dikin jî neşên belav bikin li ser medyaya civakî jiber hevkariya hevpeymaniya cîhanî digel karsazîyên wekî Facebook, twitter jibo rawestandina belavkirina propagandaya terorîstî. Ev hevkarîyeke navnetewî ye, jiber ku piraniya cîhanê li dijî komên wekî DAISê bûne yek.
Li alîyê leşkerî ve jî êdî DAIŞ di komên piçûk de dixebite. Carcaran em wan di konekî de dibînin du mirov, sê mirov an di şikeftek du, sê mirov. Ya ku em ji şervanan dibînin ev e. Ew hilweşiyane, DAIŞ têk diçe lê ew xilas nebûne.
Ji ber vê yekê, operasyona vê dawiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk jibo astengkirina mîsyonên terorîzmê ye. Ew operasyone beşek ji çalakiya berdewam in ya hêzên ewlehiyê yên ku bi hevpeymanîyê ve girêdayî jibo têkbirina paşmayên DAIŞê. Divêt em giwaşê berdevam bikin hûcreyên wan yên veşartî peyda bikîn, tora wan ya qaçaxçiyatîyê, çekên wan yên biçûk bigirîn û wan ji gundan û çoli derbixînin û bizanîn ku êdî ew neşên bihên cem hev û êrêşên hevbeş bikin.
Ewro DAIŞ xwedîyê kargehên bombe çêkirinê nîn e. DAIŞê gelek çekên giran nîn e. Dihêt bîra me hemûyan vîdyoyên ku DAIŞê wesayîtên zirxî heyî. Pir xirab bû.
Qurbanîyên Hêzên Sûrîya Demokratîk dayî, fedakarîya wan, wêrekîya wan, qehremanîya wan DAIŞ 23yê Adara 2019ê têkbir û çi ax di bin kontrola wan da nema. Belê wan operasyonên xwe yên dijî DAIŞê çi caran neravestandine.

Hevpeyvîna Taybet ligel Kolonêl Myles Caggins
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:58 0:00


ZANA: Di şerê dawî da, di operasyona dawî ya şerê dijî DAISê ku di wê mehê da derbas bû, di kiraxê çemê Firatê hinek rêyên ne rewa li ser çem hebûn, hinekan fêm kirin ku QSDê, HSDê û koalîsyon ew geştên ne rewa yên ku deverên di bin kontrola Îranê û rejîma Sûrîyê û deverên hêzên koalîsyonê û HSdê bi hev girê didan ew rêyên ne rewa hatin xirab kirin, hatin şewitandin ji alîyê QSDê û koalîsyonê ve. Hinek fêm dikin ku ew gav ne tenê li dijî DAISê bû. Gelo armancên we hebûn jibo wek koalîsyon wek QSDê jî jibo sînorkirinahêzên Îranê li alîyê Deir elZor û bejahîya wê?

CAGGINS: Belê, li parêzgeha Deir alZor û Sûriyê hejmarek hêzên leşkerî yên cewaz û herêmî, milîs, ku li vê derê kar dikin hene, lê mîsyona hevpeymaniya cîhanî ev e ku bi HSDê re li dijî DAIŞê be. Mîsyon me ew e. Em lêre ne tenê ku DAIŞê têk bibin. Di herêmê da welatên din jî hene dibe ku wan pevçûn û çalakîyên leşkerî hebin belê rola hevpeymanîyê ew nîn e. Li çolê BÎYABAN rojavayê çemê Firatê operasyona dijî DAIŞê lêre ez bêjim rexê rejîmê ve çêbû dibe ku Ûris jî bin ez nizanim. Hûn dizanin DAIŞ li rojavayê Firatê dijwartir e. Rexê rojhilatê HSD operasyonên binecih dikin bi harîkarîya hevpeymanîyê ya esmanî, îstîxbaratî û şewirmendîyê.

ZANA: Em hin di rewşa DAIŞê da biminin. HSDê hevkara koalîsyonê di şerê dijî DAIŞê da timî rexne dike koalîsyonê ku piştgirîya HSDê di kontrol kirina girtîgehên ku çekdarên DAIŞê tê da ne. li alîyekî din ewlehîya kampan jî rexna li koalîsyonê dike ku piştgirî ne di asta pêdivîya ku dihê kirin da ye. Xeterîya wan çekdaran hûn jî dizanin. Çend caran îsyan û astengî çêbûne di hûndirê wan zîndanan da?

CAGGINS: Hevpeymanî spasiya HSDê dike ji bo vê rola mezin ya girtina 10,000 çekdarên DAIŞê di nav wan da 2,000 terorîstên biyanî ji 50 neteweyan hene. Ev barek giran e jibo HSDê ku nêzîkî 6 berê hatibû damezirandin. Û hevpeymanî bi wî awayî harîkarîya HSDê dike 1. Me hinek asayiş-ku hêzên ewlehîya navxwe ne -perwerde kirîye ka çawan girtîyan control bikin. Me amûrên operasyonê wekî mertalan cil û berg û çekên nekûjer dane wan.
Em xetera belavbûna COVIDê dizanin di nav gel ku nikarin bi fizîkî dûr bikevin. Ji ber wê me ji bo alîkariya COVIDê, alavên parastina kesane û her weha amûrên pişkînînan û pirtir ji 3 mîlyon dolar harîkariyê dabîn kirîye.
Û me niha peyman hene ku jibo karsaziyên herêmî ku xaniyên jibo asayişê çêkin, jiber vê yekê di hinek wan kampên ku ne girtîgehên fermî ne asayiş têdaye û derdora girtîgehê da dijîn. Niha, em dê wan ji wan deran dûr biêxiîn.
Em dê wan cihan bidin girtîyan da ku nexweşî di navbera girtî û asayîşê da belav nebe. Me kamera, kamerayên ewlehîyê, ronahî, derikên qahîmtir dabîn kirine ku operasyon di hindûrê girtîgehan da xurtir bibe.
Tiştek din, ew kampene kampa Hal, girtîgeha Hesekê anjî ya Şedadî li wan deran çi hêzên hevpeymanîyê nîn in. HSD xwedî perwerde û şîyanan ne ku operasyonan rêkûpêk bike. Belê divêt çareserîyek hebît hevpeymanîya navdewletî qebûl dike ku ew kêşeyek navnetewî ye û her netew dê derbarê şervanên xwe da biryarekê bide û di navbera QSDê û Îraqê da jî danûstandin hene derbarê statûya hinek Îraqîyan di kampên Sûrîyê da.

ZANA: Lê gelek caran rev çêbûye ji wan kampan. Tevî hemî piştgirî, tevî hemî ewlehîya ku dihêt kirin rexne ji asayîşê dibe û asayîş jî dibêje em rexnana li koaliîsyonê dikin. Hûn civaka navnetewî mixatab digirin, hûn dibêjin ku wan girtîyan anjî wan malbatên çekdarê DAIŞê yên bîyanî vegerin welata wan. Ew di hûndirê çarçova koalîsyonê da. Lê rev jî çêdibe. Tirkiyê ragihand ser ajansa fermi ya Anadoluyê û got min ew revandin. Gelo ew kiryara Tirkîyê li gor protokola koalîsyona navnetewî ku Tirkîye beşekî wê koalîsyonê ye, kiryareka dijminane ye anjî hûn çi pesend dikin?

CAGGINS: Em ji vê çalakiyê agahdar in. Tirkiye, ku endamê hevpeymanîyê ye, di derbarê wê da daxuyanîyek giştî daye.

Hevpeymanî di wê baweriyê de ye ku jibo veguhaztinên bi wî rengî divêt rê û rêbazek netewan hebe û digel Hêzên Sûrîya Demokratîk bixebite da ku di veguhestin û bizavan da yekrêzî hebe. Lê girîng e ku hûn bizanin hevpeymanîya navdewletî rêxistinek rêveberîyê nîn e. Em hevpeymanîyek in ku ji 77 netewan, 5 sazîyên navnetewî û NATO jî di nav da pêk dihêt û em pêkveyne ku DAIŞê têkbibin ne tenê li Îraq û Sûrîyê belê hercihekê cîhanê. Armanca me wan hemû welatan têkbirina paşmayên DAIŞê ye. Her netewek dê derbarê hewlatîyên xwe da biryarê bide û hevpeymanî xwe têkil karê wan nake. Ew karûbarê wan hûndirî ye.

ZANA: Di hindûrê deverên niha jêr kontrola Tirkiyê, bakûrê Sûrîyê, Serêkanîyê, Grêspî û hin deverên din jî li raporên Hêzên Sûrîya Demokratîk ku 52 mîrên DAIŞê li wê derê di nav grupên ku niha piştgirîyê ji Tirkîyê verdigirin. Gelo, agahîyên we li ser wan mîrên DAIŞê ku niha li deverên jêr kontrola Tirkiyê da hene?

CAGGINS: Min bixwe çi agahî nîn in ku DAIŞ li SERÊ KANİYÊ anjî GRÊ SPÎ dijîn. Heke hûn tiştekî bizanin, tika ye me bernama xelata dadê heye û 10 mîlyon dollar xelat heye bo peydakirina Mîrê DAIŞê Hecî Abdullah. Xwe cihekî vedişêrît. Ecêb e te amaje bi wê kir jiber ku serokên DAIŞê ji enîya şer dûr in.

Li Îraq û Sûrîyê gelek germ e dibe ku şervanên DAIŞê ji germê bêzar bibin belê li ser armanca xwe ne di wê navbeynê da mirovên wekî Ebûbebkir Elbagdadî di vîllayeka keşxe da dijî li BAKURÊ rojavayê Sûrîyê. Hinek serokên wan hatine bezirkirin, kuştin dema di pevçûnên digel DAIŞê da. Vêca heke kesek me temaşe bike, anjî guhdarî bike herin Wezareta derve ya Emerîkayê ser malpera Xelata jibo DAdê. Dê gelek keyf xweş bibin ku hûn agahdarîyê bidin wan û dibe xelat jibo we bît ku terorîstan di nav kolanan da derbiêxin.

ZANA: Ew 52 mîr di nav grupên çekdar yên ku piştgirîya xwe ji Tirkiyê digirin bi nave Artêşa Azad niha tevdigerin, ne veşartî ne?

CAGGINS: Yek ji avantajên hevpeymanîyê bi HSDê ew e ku HSDê çavkaniyên îstîxbarata mirovî ya awarte heye. Dema ku we ji Dêrikê heta Efrînê mirov hebin, ew di nav gel da ne, gelek tiştan dibihîzin, mirovên herêmê nas dikin û dikarin îstîxbaratê kom bikin û wan îstîxbaratan digel ya me parve bikin. Û ew gelek alîkarîyê dide me. Wan rojane gelek serokên DAIŞê pisporên teqemenîyan hatin girtin û ew hemû bi saya îstîxbarata HSDê û ya hevpeymanîyê çêbû.

ZANA: Ji wê devera ku di bin kontrola Tirkiyê da li bakûrê Serêkanîyê îstasyoneka avê heye ku avê dide Tiltemur û Hesekê. 1, 300,000 kes di alozîyeka mirovahî da bê av in. Ew dever di bin parastina koalîsyona navdewletî da ye û ew qut kirina avê jî pirsgrêkan bo civakê çêdike û dibe pirsgrêk bo loalîsyonê bi xwe jî çêbibe. Gelo planên we jibo bidawîkirina wê krîza mirovahî li deverên Hesekê û Tiltemurê û navçeyên wê we hene anjî na?

CAGGINS: Hevpeymanî û Amerîka bi taybetî bawer dikin ku divê av ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî qet neyê bikar înan. Av divêt jibo pêkînana armancên leşkerî nehêt bikarînan û mirovan perîşan nekin. Ew prensîpeke mirovane ye û divêt rêz ji wê bihê girtin. Em di dema vîrusa koronayê da ne û herkesê pêdivî bi hîjyen û temîsîye heye. Dizanim dema çandinê û berhem rakirinê xelas bûye belê jibo kesên karê cotyarî dikin, yên bez û ajalên din heyî pêdivî bi avê heye. Em bawer dikin ku Divêt av her wekî çekekê nehêt bikarînan.

ZANA: Piştî ku tu bûyî berdevkê koalîsyonê, girîngîyeke mezin tu didî zimanê Kurdî û ew jî dilê hemû Kurdan pir geş dike û girêdaneka xurt di navbera Amerîka û Kurdan da ava dike. Te çawa biryar da ku tweet û daxuyanîyan bi zimanê Kurdî bidî? Tu bixwe jî çend gotinên Kurdî dizanî?

CAGGINS: Zor spas. Spas ji bo wê pirsê. Dema ku ez hatim lêre wek peyvdarê hevpeymanîyê, ez bi wê hişmendiyê hatim ku divêt ez bizanim gelê lêre kî ye. Armanca min agahdarkirina gel e. Gelê girîng bi min were ew e yê herî zêde zerer ji DAIŞê ditî. Rast e mirovên li Washington û paytextên din jî netewên din jî giring in. Belê gelê di bin metirsîya DAIŞê da ji hemûyan giringtir in. jiber wê yekê ez dixwazim mesaja ka em çawa harîkarîyê didin belav bikim. Min li 15 zimanên cuda tweet kirine. Hinek caran hinek netewên hevpeymanîyê tiştekî dikin tiştekî leşkerî, anjî mirovahî anjî şahîyekê dikin hingî ez wan zimanan bikartînim. Belê piranî 4 zimanin, Erebî, Kurmanjî, Soranî û Înglizî. Ez gelek guhdarîyê dikim. Gava ez Ii ser twîterê dibim dema min 99% bi guhdarîyê derbas dibît. Berê xwe didim wêneyan, videoyan ka çi çêbûye. Û gelek xwebexş jî tên nik min dibêjin colonel wisa binivîse wê bêjeyê binivîse. Harîkarîya min dikin. Û ez jî li gor herêman dinivîsim.

Xêra wan min zanî ku Erebîya Deirzoreê û ya Bexdayê wek yek nîn e û ez hewil didim ku bi zimanê gel binivîsim. Ez gelek bextewar im ku kultura gelê kurdistanê ya Ereban fêr dibim. Li ser Înternetê ez xwe wekî mêvanekî dibînim. Derfeta min çêdibît diçim cihê ku hêzên hevpeymanîyê lê heyî herwekî mêvanekî.

Peydarîya hevpeymanîya navnetewî bo min rûmetek e û ez bêyî harîkarîya xwebexşan gelek kesên Rojava, Bakur, Başûr û cihên din serfiraz nedibîm.
Spas dikim.

Dawiya hevpeyvînê

XS
SM
MD
LG