Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîneke Taybet bi Kamiran Bêkes re


Şandeyeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê jibo serdaneke fermî li Washingtonê ye û hevdîtinên xwe bi karbidestên Amerîkî û rêxistinên sîvîl û civakî re didomîne.

Endamê vê şandeyê Dr. Kamiran Bêkes serdana Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka kir û li ser gelek babetan bersîva pirsên hevkarê me Robîn Reşvan da.

Birêz Bêkes dibêje, heta niha hevdîtinên wan pir baş berdewam dikin û ew alaqeyeke germ ji karbidestên hikûmetê û endamên Kongresê dibînin.

Kamiran Bêkes her wiha dibêje Amerîkî bi baldarî guhdarîya daxwazên Kudan dikin û rola wan ya di şoreşa Sûrî de pir girîng dihesibînin

Sîyasetvanê Kurd bibîr tîne ku hêza Kurdan yekdengîya wan e û ew bi hevre bin daxwazên wan bi hêsanî bicîh werin.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.

XS
SM
MD
LG