Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê Toleyên Amerîkî yên Dijî Ahrar el Şerqîya Erênî Dibînin


Wezareta Xezîne ya Amerîka roja Çarşemê jiber tawanên dijî sivîlên û zêdegavîyên dijî Kurdên Sûrîyê, tole danî ser rêxistina çekdar ya Ahrar el Şerqîya li Sûrîyê.

Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de ragihandibû ku wê grubê li dijî sivîlan gelek tawan pêk anîne û gelek kuştinên bêdadgeh, revandin, êşkence û dizîna mal û milkên xelkê kirine.

Dayika Hevrîn Xelef
Dayika Hevrîn Xelef

Wezaretê dabû zanîn ku yek ji tawanên Ahrar el Şerqîya kuştina sîyasetvana Kurd Hevrîn Xelef e bû ku di Cotmeha 2019’an de bi destê van çekdaran hatibû kuştin.

Seroka Komela Mafê Mirovan li Sûrîyê Evîn Cuma ji Dengê Amerîka re got ku ev gaveke erênî ye û divê ew bikeve nava lîsta terorê jî.

Rêxistina Sûrîyê ji bi Rastî û Dadwerîyê (Syrian for Truth and Justice/STJ) jî di 28’ê Hezîranê de raporek weşand û 27 navên emîrên DAIŞê yên nava Artêşa Netewî ya Sûrî ya bi piştgirîya Tirkîyê eşkere kirin.

ZO_07_30_2021_Reaksîyona_Ahrar_Şarqîya
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00

XS
SM
MD
LG