Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzgeha Hewlêr Rastî Êrîşa Mûşekan Tê


Hewlêr
Hewlêr

Wezareta Navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê êvariya Çarşemê daxuyaniyek li ser êrîşa mûşekan ya li dewrûberên bajarê Hewlêr pêkhatî weşand û daneyek ji Dengê Amerîka ra jî, hatiye şandin.

Daxuyanî radigihîne ku demjimêr 8:30 êvarî li gor dema navxwe ya Herêma Kurdistanê, 6 mûşek arasteyî firokexana Hewlêr ya navnetewyî hatine kirin, lê ji encama êrîşa mûşekan ti ziyaneke giyanî çênebû ye.

Daxûyanî herwiha dide zanîn ku mûşek ji herêma bajarokê Bertulla li Deşta Mûsilê hatine avêtin, di navbera gundê Şêx Emîr û Tercele li ser autombîlek pikap hatine avêtin ku ew herêm li jêr kontrola Lîwa 30 ya Heşda Şaabî daye li parêzgeha Mûsil.

Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje, tîmên me yên taybet lêkolîn dikin jibo bidest xistina pêzanînên hor û zelal.

Wezaret êrîşê bi tûndî şermezar dike û dibêje, êrîşên terorîstî yên tirsûnek şermezar dikîn û di heman demê da amadekariyên tam hene bû bersivdana her êrîş û destdirêjiyekê û daxwazê ji hikûmeta Federal jî dikîn ku tedbîrên pêwîst wer bigrin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da li ser êrîşa mûşekan twîtek weşand û dibêje "Ez bi tûndî êrîşa îşev bo ser Hewlêr şermezar dikim, hikûmeta Herêmê rê nade her hewildaneke ku aramiya Kurdistanê têk bide û bersiva me dê ya bihêz be."

Li aliyek din wêne û dîmenên êrîşên mûşekan di platfomên mediya civakî da hatine weşandin, xweya dibe ku otombîlek spî ya pikap dişewite, çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku ew pikap ewe ya ku bingeha mûşekan li ser hatbû danîn û bi rêya wê mûşek hatine avêtin.

Mûşek Hewlêr
Mûşek Hewlêr

Herwiha berpirsekî Partî Demokratî Kurdistan gotiye Dengê Amerîka roja Çarşemê 6 mûşek aresteyî parêzgeha Hewlêr hatine kirin 2 ji mûşekan ketine nêzîkî bingehek pêşmergan û kampeke sivîlan, lê ziyanên giyanî çênebûne.

Berpirsê pêşmerga yê ku nexwestî navê wî eşkere bibe gotiye Dengê Amerîka "Pêşmergeyên wan ji ser çiyayê Qereçox agirek dîtiye ji deşta mûsil hatî ye û bilind bûye."

Heta dema amade kirina vê raportê ti aliyekî êrîşa mûşekan ne girtîye ser xwe.

Ji hejî bîrxistinê ye ku ev demek êrîşên heman şêwe yên mûşekan bo ser herêma Kesek ya paytext Bexda pêk tên, her carê jî, milîtanên alîgirên Îranê bi wan êrîşan tên tawanbar kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî îro Çarşemê got ku ewê hemî avahîyên nûnertîyên bîyanî li Îraqê biparêzin.

Kazimî, di civîneke taybet de li pêş 25 dîplomatên bîyanî got ku ewê herwiha misoger bikin ku tenê hêzên dewletê xwedî çekan bin.

“Îraq gelek pêgir e ku serwerîya qanûnê bi cîh bike, tenê di destê hêzên dewletê de sîlah hebin û avahîyên nûnertîyên dîplamatîk yên bîyanî werin parastin" Kazimî di daxuyanîyeke nivîskî de got.

XS
SM
MD
LG