Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmarek Pêketiyên Koronayê li Hewlêr Jiyana Xwe ji Dest Didin


Nexweşxana Rizgarî li Hewlêr
Nexweşxana Rizgarî li Hewlêr

Li bajarê Hewlêr kes û karên tûşbûyên vîrusa korona dibêjin, nexweşên wan yên li nexweşxanê bûn ji sedema nebûna dezgayên oksicînê jiyana xwe ji dest dane.

Kes û Karên nexweşên li nexweşxana Rizgarî ya Hewlêr dimînin daxwaz dikin ku çareserîyeke lezgîn bihê dîti.

Li hember nexweşxana Rizgarî kes û karên tûşbûyan kom bûn û bang li hikûmet û berpirsên saziyên saxlemiyê kirin da ku li hewara nexweşan bihên û wan ji mirinê rizgar bikin.

Li aliyek din Dr. Lawend Mîran rêveberê nexweşxana Rizgarî got, ew herkesî agihdar dikin ku ti nexweşekî vîrusa korona li nexweşxana Rizgarî ji egera nebûna oksicînê jiyana xwe ji dst nedaye, yên ku mirine ew kesin yên pêşwext êşên giran hebûn.

Li gor, amareke wezareta tendirustî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmara wan kesên ku rastî vîrusa korona hatine heta niha li herêma kurdistanê gihiştî ye 13,246 kesan ji wan 517 kesan giyanê xwe ji destdane.

Raporta Ahmed Zêbarî 30 07 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00


XS
SM
MD
LG