Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Hewildanên Girtina HDP'ê û Nêrînên Partîyên li Tirkîyê


Parlementerên HDPê li hember avahiyê Dadgeha Destûra Bingehîn
Parlementerên HDPê li hember avahiyê Dadgeha Destûra Bingehîn

Piştî 11 salan ji girtina partiyan li Tirkiyê serê vê hefteyê Duşemê 21ê Hezîranê dadgeha bilind ya Tirkiyê reşnivîsa amadekirîya girtina HDPê erê kir.

Lîderên HDPê partiya ser bi Kurdan ve li Tirkiyê, roja Sêşemê ragihandin ku girtina HDPê "mijareke sîyasî ye û ne hiqûqî û destûrî ye."

Hevserokê goştî yê HDPê Mithat Sancar got ku di vê dozê de biryara ku were dayîn, wê tenê HDP’ê nexe nav tixubên xwe.

"Di vê dozê de biryara ku were dayîn di derheqê Zagona Bingehîn de ye jî. Heke Zagona Bingehîn biryara girtina HDP’ê bide, wê ew gav biryara xwe girtinê jî bide. Dîsa di wîjdana gel û li beranberî demokrasîya dinyayê wê bê darizandin. Heke HDP’ê were girtin ew gav Zagona Bingehîn jî wê şantajên desthilatîyê her dem bipejirîne."

"Dema bawerî nebe çareserî jî nabe"
Mehemet Hanafi Alir Parlementerê Berê Yê APKê- Agirî

Herwiha rêxistinên Navnetewî û yên mafên mirov, Tirkiye rexne kir û hin partiyên siyasî yên opzisyonê jî briyara girtina HDPê karek çewt û nerast dibînin. Serokê partiya Dahatû Ahmet Davutoglu got "Di girtina partîyan de nêrîna me dîyar e. Li Tirkîyê kîjan nêrîna sîyasî dibe bila bibe em dijî girtina partîya ne. Di hawirdoreke demokratîk de jî pêkan nîne ku partîyên sîyasî bên girtin. Di demên borî de jî CHP, MHP û gelek partîyên din hatibûn girtin. Dîsa gelek partîyên ku di xeta HDP’ê de bûn jî hatinbûn girtin. Lê heta niha jî ji girtinên partîyan çareserîyek çênebû."

Derbarê girtina HDPê Serokê Giştî yê HUDA-PAR, Zekerya Yapicî got ku ew dijî girtina partîyan in.

"Daxwaza me ew e ku êdî girtina partîyên sîyasî ji rojeva Tirkiyê derkevin. Dibe ku ceza şexsî bin, lê ne pêdivî ye ku partî werin ceza kirin. Heke di nav partîyê de kesekî suc kiriye, lazim e ew were ceza kirin. Di nav zagonên Tirkiyê de cezaya dardakirinê tuneye, lê mixabîn bi ya me girtina partîyan darvekirin e. Jiber vê jî em girtina partîyan çewt dibînin. Lê mafê kesekî jî tuneye ku xwe li ser zagona bibîne."

"Mesela yekê ne mesela girtina HDPê tenê ye, mesela wê Kurd-Kurdistaniye, bi salane ev biryare hatiye dan."
Huseyin Kaçmaz Parlementerê HDPê Yê Şirnexê


Ewrupa û Amerîka jî hêvîyên xwe anîn ziman ku pirsa azadiya ramanê û mafên mirovan li Tirkiyê bes bên binpêkirin û kar û ءebat jibo pêşxistina demokarisyê li tirkiyê bên dan, partiyên siyasî û Rojnamevan bes bên girtin û darizandin. Lê Tirkiye weha dibîne ku partiya HDPê têkilî bi partiya Karkerên Kurdistan PKê re hene û ew partî li Tirkiyê di lîsta terorê de ye. Lê berpirsên HDPê wê îdîaya Tirkiyê red dikin.

Jibo danûstandina derbarê vê mijarê bernama Hello Washington mêvandarîya Huseyîn Kaçmaz kir, parlamanterê HDPê, nûnerê Şirnexê ji Enqerê, herwiha Mehmet Hanifî Alir, parlamanterê berê yê AKPê, nûnerê Agirî yê partiya desthilatdar.

Kaçmaz got ku pirsgirêk ne mijara girtina HDPê tenê ye, mesela wê Kurd-Kurdistanî ye, bi salan e ev biryar hatiye dan."

"HDP bû sedem ku stratejiya AKPê têkçû"
Huseyin Kaçmaz Parlementerê HDPê - Nûnerê Şirnexê

Jibo ku zelal bike ku pirsa hikûmeta nihe ya Tirkiyê ne tenê HDPê, Kaçmaz bal kişand ser dijîtiya Tirkiyê ya dema referanduma Herêma Kurdistana Îraqê, ku Tirkiyê gef dikirin û digot emê derî li ser we bigirîn û we ji birçîna bikujîn.

"Eger HDPê bi têkiliyên bi PKKê re tawanabr bikin, çima me dît ku gef li başûrê Kurdistanê dikirin, dema referendum hebû."

Kaçmaz yek ji sedemên girtina HDPê, weke tolhildan ji aliyê hikûmetê û partiya AKPê ve nîşan da û got "Cara yekê bû, di hilbijartinên Tirkiyê de nehêla AKP e bi serê xwe desthilatdar be".

Huseyin Kaçmaz Parlementerê HDPê-Tirkiye- Şirnex
Huseyin Kaçmaz Parlementerê HDPê-Tirkiye- Şirnex

Kaçmaz balê dikişîne ser hilbijartinên 2015an dema ku HDPê dengên zêde anîn û ku partia Serkomar R. T. Erdogan nikarîbû pişt 10-12 salên desthilatdariya take partî berdewam bike û hikûmeta xwe ava bike bê ku hewcedarî dengên partiyek din be jibo hevalbendiya di hikûmetê de.

"HDP bû sedem ku stratejiya AKPê têk çû. Zextên giran li ser HDPê hene, heta niha 24-25 hezar endam û berpirsên partiyê hatine binçav kirin, nêzî 6,000 endam û berpirsên HDPê di girtîgehan de ne û niha jî doza Kobanê li dadgehê ye dibe ku sedan endamên din jî li ser wê dosyayê werin girtin."

"Girtina HDPê ne li ser daxwaza AKPê ye. Lê ew bi zûriya MHP hatiye di vê merhelê de."
Mehemet Hanafî Alir Parlementerê Berê Yê AKPê-Agirî

Alir jî got ku girtina HDPê ne li ser daxwaza AKPê ye. Lê ew bi zora MHP hatiye vê merhelê.

"Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsa Trikiyê bi tenê ye ew pirsa dûnyayê, pirsa rojhilata navîn e".

Mehmet Hanafi Alir Millet Wekîlê Berê Yê AKPê - Agirî
Mehmet Hanafi Alir Millet Wekîlê Berê Yê AKPê - Agirî

Alir di wê bawerîyê de ye ku li Tirkiyê yên dixwazin HDPe were girtin hindik in, tenê MHP dixwaze ku HDPê were girtin.

Alir bal kişand ser çareseriyan di qonaxa niha de û got ku dema bawerî nebe çareserî jî nabe.

"Bi salan e kêmahî çêbûn, kêmahî jî du alî ne, ne yek alî ne, wî got "Merhala niha îhtiyaca me ya herî mezin bi bawerîyê heye, bawerî jî hatiye hinda kirin."

Di bernameyê de herwiha nêrîn û ramanên çend rêberên partiyên opozisyon hebûn ku nûçegihanê me yê Enqerê Eyyup Demîr amade kiribûn.

Hello Washington 06 25 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:52 0:00

XS
SM
MD
LG