Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Kurdî Dibêje 4 Endamên HDPê li Hewlêr Hatine Girtin, Lê Asayîş Red Dike


HDP Logo
HDP Logo

Tariq Nûrî Rêveberê Giştî yê Asayîşa Hewlêr, gote Dengê Amerîka kesek nehatiye girtin heta bihên azad kirin, niha ew li dervene û wan ti kêşeyek nîne.

Li gor hin raportên mediyayî li herêma Kurdistanê ku dabûn ragihandin çend endamên HDP'ê li Hewlêr hatine desteser kirin, ji aliyê xwe de Dengê Amerîka ev pirs şopand û ji aliyê HDPê û Asayîşa Hewlêr zanyarî hatine wergertin.

Destpêkê Abid yek ji Hevserokên berê yên HDPê bû li herêma Kurdistanê û niha endamê HDPê ye gote Dengê Amerîka "Îro endamên nûneratiya HDPê li Herêma Kurdistanê, Nahîde Ermîş, Hikmet ‌Hatip û Ruken Mercan, ku mêhvanên xwarinê yên malbateke Kurdên bakur bû li Hewlêr, lê wê malbatê dosya asayişê dirust nekirbû", jiber wê yekê hin lihev tênegehiştin çêbûn, me danûstandina derbarê wê malbatê bi asayîşê re kirin, asayîş jî çûye mala wê malbatê û xwediyê malê û hersê endamên me jî bi xwe re birine û dê çareser bibe.

Jibo wergirtina pêzanînên zêdetir li ser wan endamên HDPê, Dengê Amerîka têkilî bi Tariq Nûrî Rêveberê Giştî yê Asayîşa Hewlêr re danî wî got "kesek nehatiye girtin, kesên ku li Hewlêr xwecih dibin, soz ji wan tê wergirtin ku xwe bo aliyên Îdarî yên Herêma Kurdistanê bidin naskirin, dibe ku li ser wê meselê hin pirs hatbin kirin û bes, kesek nehatiye girtin heta bihên azad kirin, tenê serdana wî xelkî jê tê pirsîn, kanê ew ji kû hatine û çewan xwecih bûne, li hemî dunyayê ev zanyarî divê hebin, niha li dervene û ti pirsgirêkeka wan tuneye."

Ji hejî gotinê ye ku Partiya Demokartîk Ya Gelan HDP, ev çendîn sale nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê heye, niha jî her yek ji; Nahîde Ermiş û Hikmet Hatîp nûnerên HDPê ne, li Herêma Kurdistanê.

Raporta Hewlêr 07 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG