Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrînê 10 Leşkerên Hikûmeta Sûrî Jîyana Xwe ji Dest Dan


Fermandarê "Hêzên Gelerî" yên bi ser artêşa Sûrî ve Mihemed Ferec ragihand ku balefiirên artêşa Tirk 2 caran hêzên wan bombebaran kirin û di encamê de 10 leşkeran jîyana xwe ji dest dane û 8 jî birîndar bûne.

"Jiber êrîşa balefiran li gundê Çema 9 leşkerên Hêzên Gelêrî şehîd bûn û 7 leşkerên din jî birîndar bûne.

Herwiha di êrîşeke din de, li gundê Kefer Sefrê leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû," Ferec ji Dengê Amerîka re got.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hin yekîneyên "Hêzên Gelerî" yên bi ser artêşa Sûrî, di 20'ê Sibatê de derbazî Efrînê bûne ku beşdarî berevanîya bajêr bikin.

Derbazbûna van hêzan piştî banga Rêvebirîya Xweser ya ji hikûmeta Şamê re hat ku xwestibû hikûmeta Sûrîyê sînorên xwe biparêze.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:18 0:00

XS
SM
MD
LG