Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hêzên Rûsya nêzî navenda Sieverodonetskê dibin.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya ji Twitterê dîyar kir ku pevçûnên li Sieverodonetskê ew 3 roj in gur bûne.
Li gor wezaretê, pirtir ji nîvê Sieverodonetskê ketiye destê hêzên Rûs.
Îstixbarata Brîtanî dîyar dike ku li Sieverodonetskê çekdarên Çeçen jî dijî hêzên Ukrayna şer dikin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava tevgerên Moskowê wek dagirkirin dibînin û dijî wê toleyên berfireh radigihînin.