Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hezaran Êlegzerên Nerazî li Fransa Daketin Cade Û Meydanan


Êlegzer û Polis li Paris

Hefteya pêncane xelkê nerazî li Fransa yên ku bi "Êlegzer" tên naskirin li dawiyا hefteyê meş û protestoya xwe berdewam dikin.

Îro Şemiyê bi hezaran Êlegzer car din li Paris daketin kolanan her çende hikûmetê piştî êrîşa terorî ya li bajarê Strasburg pêkhatî daxwaz ji xwepêşanderan kiribû ku protestoyên xwe bidawî bînin, lê Êlegzeran li dij hikûmeta Emmanuel Macron serokê Fransa berdewamî da xwepêşandanan.

Li Paris polîs bi hejmarên zêde hatine belakirin, da ku kontrola tûndiya çaverê kiriî bikin, hin ciyên bazirganî li Paris bo cejnên sersal û krismesê hatine vekirin yên weke Galeries Lafayette.

Li hin ciyan polîs û hin grûbên biçûk ketin di nava şer û pêkdadanan de lê tiştekî weha bi şîdet weke berê çênebû.

Polîs dibêje Êlegzerên ku îro beşdarî xwepêşandanan bûne li gur hejmara yên hefeteyên burî kêmtir bû.

Li cada Shanzelize ku nêzîkî avahiyê hikûmetê ye, hin jinên "Fêmin" bi şêweke tazî derketin bi armanca protesto kirina hikûmetê.

Li nîva meha Mijdara burî xwepêşandanên Êlegzeran hatbûn destpêkirin weke nerazîbûn li hember zêdekirina baca ser enerjiyê, lê şûnda meşên protestoyî li dij siyaseta Macron ya aborî hatin berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG